Sebahat Tuncel: Pirsa çima ev zarok hatin qetilkirin nekir!

  • 16:20 23 Adar 2025
  • Rojane
MELETÎ / MEREŞ - Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel bertek nîşanî gotinên Mansur Yavaş ên di Newroza Meletî de da û got:"Ugur Kaymaz, Enes Ata, Mazlum Mizrak, Berkin Elvan, Ceylan Onkol hatin qetilkirin. Kesê pirsî ka çima ev zarok hatin qetilkirin? Ev hemû bê ceza man. Wî rayedarî rojekê negot dewlet nikare welatiyên xwe bikuje."
 
Newroz li çerxerêya Emeksiz a navenda Meletî bi dirûşmeya "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" / "Newroz ji bo Civaka Demokratîk Azadî" hat pîrozkirin. Welatiyên ku bi cil û berg û rengên xwe yên neteweyî hatin qada Newrozê li gel muzîkê govend gerandin. Kesên ku ketin qada Newrozê gelek caran bê navber dirûşmeyên "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, Hevberdevkê Partiya Çep a Keskan Ahmet Asena, DEM Partî, rêveberên DBP'ê yên bajar û navçeyan, Partiya Kedê û gelek welatî beşdarî Newrozê bûn. Li vir Hevserokê DEM Partiyê yê Meletiyê Mûsa Gûrz axivî û gel silav kir.
 
'Şert û mercên xebatê yên Ocalan divê bên temînkirin'
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena ku bi silavkirina Îmraliyê dest bi axaftina xwe kir û got, "Em di destpêka serdemeke nû de ne. Şert û mercên xebatê yên Ocalan pêşkêş bikin."
 
Ji Mansur Yavaş re bertek
 
Sebahat Tuncel anî ziman ku eger li hemberî bêedaletiya li ser Kurdan helwestek bihata girtin îro li CHP'ê jî wiha nedihat û got, "Tirkiye nedihate vê nuqteya tarî, wê sîstemeke demokratîk bûya. Em ê niha çi bikin? Em ê li ber xwe bidin. Dema ku mesele Kurd, sosyalîst, jin, zarok li vir îşkence li wan dikirin. Uğur zarok bû." Sebahat Tuncel bertek nîşanî Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş da û got, "Negot dewlet nikare welatiyên xwe bikuje."
 
Piştre Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Kedê Umut Yegîn axivî û got, Newroz berxwedan û têkoşîn e.
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û gel govend gerand.
 
Li Taxa Cûmhûriyetê ya girêdayî navenda navçeya Elbîstan a Mereşê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça Cupolo, Komeleya Pîr Sûltan Abdal, Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiyê bi silavkirina hevserokên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê destpê kir.
 
Mereş
 
Ceylan Akça Cupolo di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser bûyerên dawî û diyar kir ku gavên ku hikûmetê avêtiye pirsgirêkan hê zêdetir kiriye. Ceylan Akça Cupolo destnîşan kir ku di encama polîtîkayên dewletê yên li welêt de polîtîkayên qeyûm pêş ketine û got, "Em ê li hemberî her cure qeyûm dengê xwe bilind bikin."
 
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi stranên hunermendên herêmî bi dawî bû.