
‘Divê astengiyên li pêş mafê hêviyê rabin’
- 09:06 29 Gulan 2025
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Eylul Ozgultekîn der barê "mafê hêviyê" yê ku divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê de axivî û got: “Pêkanîna mafê hêviyê tê wateya astengiyên li pêş pêvajoyê bê rakirinê ye. Di heman demê de wê civak gotina xwe bi rehetî bibêje ye.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de peyama banga "Aştî û Civaka Demokratîk" parve kir. PKK'ê li ser bingeha pêkanîna banga Abdullah Ocalan di 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe li dar xist û tê de biryara fesihkirinê da. Ji her derê cîhanê ji bo bangê piştgirî tê. Tevî ku meh di ser bangê re derbas bûne jî dewletê hîna gavek ji bo aştiyê navêtiye. Yek ji mijara ku herî zêde divê li ser bê sekinandin mafê hêviyê yê ji bo Abdullah Ocalan e.
Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), parêzer Eylul Ozgultekîn der barê mafê hêviyê de axivî.
Eylul Ozgultekîn da zanîn ku muebeta giran cihê darvekirinê girtiye û got: “Di çarçoveya TMK’ê de li hember sûcan cezayên muebetê tên birîn û ev jî tê wateya cezayê mirinê. Encama serlêdana ji bo DMME’ê mijareke ku bûye têgehî. Mafê hêviyê ev e; der barê cezayê ku heta mirinê tê kişandin mafê hêviyê ye û der barê azadiya wan de hêvî ye. DMME di biryarên xwe de dibêje piştî demekê bila rewşa van girtiyan li ber çavan bê girtin. Biryara ewil ya der barê mafê hêviyê de biryara hejmar 2 ye.”
‘Divê Tirkiye sererastkirinan bike’
Eylul Ozgultekîn destnîşan kir ku piştî anîna Rêberê Gelê Kurd Abdull Ocalan cezayê darvekirinê hatiye rakirin û wiha got: “Pêvajoya endamtiya YE’yê de taahudên Tirkiyeyê hebûn. Di çarçoveya taahudan de darvekirin hat rakirin û cezayê muebeta giran hat. Lê di alî Tirkiyeyê de sererastkirinek ku nehatiye kirin heye. Herî dawî konseyê di 2024’an de ji bo Tirkiye van sererastkirinan bike dem da Tirkiyeyê. Ev mijar Birêz Ocalan û girtiyên din eleqeder dike. Yek ji aktorên vê pêvajoyê Abdullah Ocalane. Ji bo pêvajo bi awayekî baş bimeşe divê ji mafê hêviyê fêde bê girtin û ev jî tê wateya ku astengiyên li pêş pêvajoyê wê yek bi yek ji holê bên rakirin.”
‘Aliyekî bi israr heye’
Eylul Ozgultekîn daxuyakirin ku derbarê demokratîkbûnê de gavên bi israr yên aliyekî hene û wiha wiha dawî lê anî: “Divê dewlet jî wezareta dadê jî di demek nêz de der barê qanûna înfaz û girtiyên nexweş de daxuyaniyekê bide. Êdî çek tune ne siyaseta demokratîk heye. Ji ber vê jî nêzîkatiyek weke ‘em mafên xwe di zemîna rewa de tînin ziman. Li hember vê divê gavên şênber bên avêtin’ heye. Ji xwe gotinên dewletê jî hene. Di vî alî de ez daxuyaniya wezareta dadê ya ji bo girtiyên nexweş bi nirx dibînim. Wek hiqûqnasekê dibêjim k udi alî zemîna hiqûqî de berpirsyariyên dikevin ser milê me hene. Çi bikeve ser milê me em amade ne ku bînin cih.”