'Butçeya ji şer re tê veqetandin, ji mafê kedkaran tê birîn'

  • 09:07 29 Gulan 2025
  • Rojane
 
 
ENQERE - Hevseroka KESK’ê Ayfer Koçak da zanîn ku pêvajoyên pevçûnan de têkoşîna kedê nayê dîtin û got: “Butçeya ji şer re tê veqetandin, divê ji qada cemawerî re bê veqetandin. Bidawîbûna şer wê şansê hatina gel hev têkoşîna hevpar a kedkar û karkeran zêde bibe.”
 
Piştî banga "Aştî û civaka demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir şûnde PKK’ê kongreya xwe pêk anîn û biryara feshkirinê da. Tevî vê êrişên li hember Qadên Parastina Medya didomin. Bi van êrîşan krîza aborî ya li Tirkiyeyê her diçe mezin dibe.
 
Hevseroka Federasyona Sendîkayên Karkeran (KESK) Ayfer Koçak der barê mijarê de axivî.
 
Bêpevçûnî wê demokrasiyê pêş bixîne
 
Ayfer Koçak  got ji ber hawirên pevçûnê têkoşîna kedê nayê dîtin û got: “Pevçûn bandor li ser me hemûyan dike. Li ser kedkaran dike. Kedê tune dihesibîne. Em jî aştiyê û bêpevçûnê dixwazin. Niha piranî karker li welatê me di bin sînorê birçîbûnêde mane. Neçarin bi mûçeyê asgarî debarê bikin. Mafê teqawîtbûnê ji destê karkeran tê girtin. Civak di xizaniyê de ye. Ji ber vê bêpevçûnê wê demokrasiyê pêş bixîne.”
 
Daxwaza me jiyanek demokratîk e
 
Ayfer Koçak her wiha da zanîn ku zemîna meşandina têkoşîna kedê bi pêşketina standardê demokratîk pêkane û wiha vegot: “Ji bo demokrasî pêk bê hawirên bê şer divê hebin. Ji bo ev hawir bên afrandin jî divê dest ji êrîşan bê berdan. Divê ji bo aştiyê şans bê dayîn. Daxwaza me jiyanek demorkatîke. Şer hebe jî tunebe jî pergalê xwe li ser binpêkirina karker û kedkaran ava kiriye. Ger ku şer bgidawî bibe wê derfeta hatina gel hev a têkoşîna karker û kedkaran jî zêde bibe.”
 
Ayfer Koçak butçeya ji şer re tê veqetandin nirxand û got: “Di şer de butçeyek mezin a cidî ji şer re tê veqetandin. Em vê he tim dibêjin. Ev butçe jî ji mafê karker û kedkaran tê birîn. Ji ber vê jî bidawîbûna şer wê şansê bidestxistina mafê karkeran zêde bike. Piraniya butçeyê di bin navê parastinê de ji çekan re tên veqetandin. Ne tenê aborî de, hiqûq û edalet jî di hawirên şer de tên tunekirin.  Em kedkar li dijî pevçûnan wê têkoşîna aştiyê bidin. Divê kedkar xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin.”