Konferansa parlamenterên Jin ên Kurd: Dê jin bibin kirdeya pêvajoyê

  • 09:16 29 Gulan 2025
  • Rojane
 
Gulîstan Dursun/Pelşîn Çetînkaya
 
AMED -Jinên ku beşdarî Konferansa  Parlamenterên Jin ên Kurd bûn diyar kirin ku konferans ji bo jinan serketî bû û gotın ku wê jin bibin kirdeya pêvajoyê.
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di navbera 28-29’ê Gulanê de li Çanda Amedê Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd tê lidarxistin. Endamên TJA'yê, parlamenterên jin ên Kurd û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, Rojhilata Navîn û Ewropayê beşdarî konferansê bûn. Li salona ku konferans lê hat lidarxistin pankarta bi zimanên Kurdî, Tirkî, Zazakî û Erebî, "Jinpolitika demokratîk dimeşînîn, civaka demokratîk ava dikin" û pankartên "Jin jiyanazadî", "Cinîya azad komelo azad", "Jin azad dibe civak azad dibe" hatin daliqandin. Her wiha gelek jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî konferansê bûn.
 
Di roja yekemîn a konferansê de axaftina vekirinê ji aliyê  Berdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigit ve hat kirin û piştre jî peyama Leyla Guven hat xwendin. Di konferansa ku bi 3 rûniştinan dom kir de paşî veguhestina ezmûnan hate xwendin û herî dawî jî nameya Semra Guzel hate xwendin.
 
Di konferansa ku eleqeyek mezin jê re hat nişandan, "Banga Aştî û Demokrasiyê" ya ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat dayîn bal kişand. Di konferansê de hat destnîşankirin ku bi bangawaziyê pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin û wê jin bibin kirdeya vê pêvajoyê. Parlamenterên Kurd diyar kirin ku ev konferans ji bo jinan serkeftî bû û peyam dan ku piştî konferansê dê geşedanên nû rû bidin.
 
Peyam Ehmed û Sereta Suhaltelenebî ku ji bo beşdarî Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bibin ji başûrê Kurdistanê hatin, li ser pêvajoya siyasî û rola jinan di vê pêvajoyê de nirxandin kirin.
 
Armanc ew e ku di pêşengiya jinan de siyaseta demokratîk bê pêşxistin
 
Peyam Ehmed diyar kir ku di konferansê de dengê jinên Kurd yek bû û got, "Ev konferans ji bo me konferanseke girîng e. Jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî konferansê bûn. Ev konferans cihê ku daxwazên jinan ên yekitî û yekitiya Kurdistanê hatin gotin gotin e. Dengê jinên Kurd li vir bû yek. Jinên ku li çar parçeyên Kurdistanê dijîn, piştgiriyê didin peyama aştiyê ya ku birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan û gelê Kurd  şand. Ev  konferans ji bo aştiyê  serkeftin û yekitiya jinên Kurd a li çar parçeyan e. Armanca vê konferansê pêşxistina siyaseta demokratîk di pêşengiya jinan de ye.
 
Di vê pêvajoyê de rola jinên Kurd
 
Peyam Ehmed, bal kişand ser rol û mîsyona jinan ya di siyaseta demokratîk de û got, "Di vê pêvajoyê de jin di meşandina siyaseta demokratîk a li her çar parçeyan de xwedî roleke mezin in. Em dizanin û dibînin ku jinên Kurd xebatên serkeftî dimeşînin. Weke mînaka Rojhilat û Rojava. Ji bo azadiya xwe li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke mezin dan. Hem di Parlamentoya Iraqê de û hem jî di Parlamentoya Kurdistanê de cih girtin, di çêkirina qanûnên ku pêwîstiya wan bi jinan heye hevgirtina jinan girîng e, dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ku di serhildanên ku li wir pêş ketın, li hemû cîhanê belav bû.”
 
'Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd peyama aştiyê girîng e'
 
Sereta Suhaltelenebî jî diyar kir ku ew ji pêvajoya pêşketinê memnûn in û alîgirên pêvajoya aştiyê ne û got, "Em ji pêvajoya ku li Tirkiyeyê pêş dikeve kêfxweş in. Peyama birêz Abdullah Ocalan girîng e û em bi hêvî ne. Em hêvîdar in ku ev pêvajo bi ser keve. Em hêvî dikin ku Kurd ji bo geşepêdan û pêşketina vê pêvajoyê hewl bidin. Peyama pêvajoya aştiyê ji bo gelê Kurd girîng e.  Em jin aligirên pêvajoya aştiyê ne Daxuyaniyên PKK'ê ji bo pêşketina pêvajoyê ne.”
 
‘Divê jin bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê’
 
Sereta Suhaltelenebî diyar kir ku di pêşketina civakê de roleke mezin a jinan heye û got, "Ev pêvajo ji bo her kesî bi taybetî ji bo jinan hêviyek e.  Ji ber ku ji bo pêşxistina aştiyê di nava hewldanan de ne. Ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê, nîqaşên xurt, siyasî demokratîk  ten meşandin. Divê jin beşdarî pêvajoya aştiyê bibin. Di serî de ji bo civakê, ji bo avakirina civakeke demokratîk, jin di pêşxistina civak û siyasetê de xwedî roleke mezinin.”