
Ji şaredariya Peyasê ji bo jin û zarokan bernameyên taybet
- 09:32 29 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên Zarokistana Perperîke Qonaxa Cemîl Paşa ziyaret kirin. Her wiha ji bo jinan jî perwerdehiya sporê ya sibehan li pênc parkan tê organîzekirin
Şaredariya Peyasa Amedê, bi xebatên xwe yên cuda bal dikişîne ser xwe. Ji bo jin û zarok xebatên cuda cuda û taybet organîze dike
Ji bo zarokan serdana cihên dîrokî
Xwendekarên Zarokistana Perperîkê ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de perwerdehiya pirzimanî dibînin, derfeta naskirina dewlemendiyên dîrokî û çandî yên bajêr ji nêz ve peyda kirin. Wan Qonaxa Cemîl Paşa û muzeya wê ziyaret kir.
Xwendekarên biçûk di nava avahiyên dîrokî yên bajêr de ku bi çand û dîrokê dewlemend in.
Ji bo jinan spor
Bi hevkariya Gerînendeyiya Xizmetên Ciwanan û Sporê ya Şaredariya Peyasê û Klûba Oz Kayapinar Sporê, perwerdehiya sporê ya sibehan li pênc parkan didome. Ev xizmet ji bo jinên ku derfeta wan a sporê kêm e hatine organîzekirin, rastî eleqeyeke mezin tê. Aktîvîteyên sporê yên sibehan ku pispor li Parka Rojava, Parka 75’an, Kompleksa Sporê ya Taxa 500 Evler, Parka Daristanê û Parka Sporê didin, ji bo teşwîqkirina jinan bo jiyaneke tendurist û rakirina
astengiyên li pêşiya sporê tên kirin. Gelek jinên beşdar, zarokên xwe jî bi xwe re tînin.
Hevşaredar çûn serdana kompleksa sporê Hevşaredarên Peyasê Cengîz Dundar û Bêrîvan Gulşen Sîncar serdana Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê kirin û bi jinên beşdar re hevdîtin pêk anîn. Hevşaredar Sîncar jî tevlî perwerdehiya sporê bû û bi jinan re spora serê sibehê kir. Piştî çalakiyê, hevşaredaran formayên sporê wekî diyarî dan jinên beşdar.
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar jî di axaftina xwe de got: “Me bi anîna sporê li parkan, astengiyên li pêşiya jinan ên ji bo jiyaneke tendurist rakirine. Bi moral û motîvasyona ku hevgirtina jinan xurt dike, em tevlî perwerdehiya sporê ya sibehan dibin. Bi vî awayî, jin bi rengekî zindî, çalak û tendurist dest bi roja xwe dikin.”
Hevşaredar Cengîz Dundar di serdanê de axaftineke kurt kir û got: “Em armanc dikin ku di çarçoveya nêzîkatiya rêveberiyên herêmî, demokratîk û azadîparêz de, jin di her qada jiyanê de bi awayekî çalak cih bigirin.” Dundar diyar kir ku xizmetên bi vî rengî tevlîbûna jinan a
jiyana civakî zêde dike û tevkariyê li pêşkeftina civakê dike. Gerînendeyiya Xizmetên Ciwanan û Sporê ya Şaredariya Peyasê diyar kir ku çalakî û perwerdehiyên sporê yên serê sibehê ji bo jinan, bi armanca xurtkirina hevgirtin û girêdana civakî û herwiha pêşvebirina jiyaneke tendurist, dê di tevahiya meha havînê de berdewam bikin.