ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN

  • 09:00 31 Gulan 2025
  • Rojev
* Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp diyar kir ku divê jin di nava her pêvajoyê de cihê xwe bigirin û got:”Jinên kurd ji ber ku her tim li berxwe dane loma jî xwediyê tecrubeyekê ne. Jinên cîhanê têkoşîna jinên kurd ji xwe re dikin mînak. Loma Birêz Ocalan dema ku peyama xwe parve kir dizanîbû yên ku herî zêde berpirsiyariyê bigire ser milê xwe wê jin bin.” DÎMEN HEYE 
 
* Jinên li Helebê têkildarî qetilkirin, kuştin û tecawizkirina jinan dan zanîn divê hemû jin li dijî van kiryarana rêxistinbûyina xwe xurt bikin ji ber bêdengî pêşiyê li kiryaran vedike û wiha got:"Jin ne tenê li herêmên dagirkirî tên kuştin, tecawizkirin û revandin lê belê li tevahî herêm û deverên ku niha di bin serweriya Colanî de ne, divê pêşî li van kiryaran bên girtin û ev cînayet bên rewastandin.Heya ku hesab neyê pirsîn wê her ev cînayet dewam bikin." DÎMEN HEYE
 
* Seroka Demîr Leblebî, Su Akpinar da zanîn ku der barê ku jin ji aştiyê çi fêm dikin de divê sîwaneyek bê avakirin û divê aştî li her derê bê axaftin û hemû kes xwe îfade bikin.  DÎMEN HEYE
 
* Dayika girtiyan Sînem Guzel da zanîn ku divê girtiyên siyasî demildest bigihêjin azadiya xwe û da zanîn ku tevî hemû zextên dewletê ew azadî, aştî û yekitiyê diparêzin. DÎMEN HEYE
 
* Pevçûna ku 42 sal in li Tirkiyeyê didome, krîza aborî jî roj bi roj giran dike. Di serî de esnaf, gel ji vê krîzê bi bandor dibin. Jin der barê krîzê de axivîn û gotin: “Butçeya ji şer re tê veqetandin bila ji gel re bê veqetandin. Hêviya me ji pêvajoyê ev e ku pereyê ji şer re tê veqetandin bila biçe ji gel re.” DÎMEN HEYE
 
* Di berxwedana Tişrînê de ku 102 kesî jiyana xwe ji dest da, bi serkeftinê encam bû. Leyla Cuma Îbrahîm (Amara) ku bavê xwe Bavê Teyar winda kir wiha got: “Berxwedan û serkeftina wan bû nirxa hevpar a hemû Kurdistanê.” Edlê Bekir jî ku êrîşan de birîndar bû diyar kir ku ew ji mirinê mezintirin û got tu hêz nikare li pêş gelê rêxistinkirî bisekine. DÎMEN HEYE
 
*Bi polîtîkayan beden û azadiya jinan hedef tê girtin û di îlankirina ‘sala malbatê’ ya navbera salên 2025-2026’an ji aliyê jinan ve bi bertek hat pêşwazîkirin. Jinan diyar kirin ku bi vê biryarê jin hepsê malê tên kirin û berdewama polîtîkayên ku mafê jinan ji dest tê girtinê ye. Jinan gotin li dijî vê gotin "Ne sal amalbatê sala têkoşînê." DÎMEN HEYE
 
*Parlamenterên jin ên beşdarî "Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd" bûn, bal kişandin ser girîngiya konferansê ji aliyê yekitiya siyasetmedarên jin ên Kurd ve û gotin, "Eşkere ye ku jinên Kurd navê xwe di dîrokê de li çar aliyê cîhanê bi cih kirine û dengê xwe bigihînin cîhanê. Lewma rola wan a di vê pêvajoyê de girîng e." DÎMEN HEYE