'Divê aştî li her derê bê axaftin'

  • 09:02 31 Gulan 2025
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Seroka Demîr Leblebî, Su Akpinar da zanîn ku der barê ku jin ji aştiyê çi fêm dikin de divê sîwaneyek bê avakirin û divê aştî li her derê bê axaftin û hemû kes xwe îfade bikin.
 
Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara feshkirinê ya PKK’ê nîşan dide ku pêvajo çareseriyê gihiştiye qonaxek nû. Der barê aştiyê de ji her alî ve nîqaş tên meşandin. Seroka Komeleya Demîr Leblebî, Su Akpinar der barê pêvajoyê de axivî.
 
‘Divê jin têgeha sîwaneya aştiyê ava bikin’
 
Su Akpinar daxuyakirin ku sedema avakirina komeleyê ev e ku di pêvajoya çareseriyê ya berê de jin di maseyê de tunebûye û wek komele sedema nebûna jinan lêkolîn kirine. Su Akpinar wiha vegot: “Sedema vê jî ev bû ku aştî ji bo her jinî tiştekî cuda vedigot. Ji ber vê jî jin dema biçin ser wê maseyê wê her yek tiştekî cuda bêjin û tiştekî hevpar dernakeve holê. Ji ber vê tişta ku Demîr Leblebî dike, ev e ku sîwaneyek aştiyê bê avakirin û aştî ji bo jinan çi îfade dike ew bê avakirinê ye. Ji ber vê divê di tevlibûna jinan de ya herî dibe alîkar axaftina aştiyê ye. Piştî axaftina aştiyê em ê daxwazên xwe jî baştir îfade bikin.”
 
‘Divê aştî li her derê bê axaftin’
 
Su Akpinar daxuyakirin ku divê rêxistinên jinan aştiyê biaxivin û wiha dirêjî dayê: “Rêxistinên jinan divê aştiyê biaxivin; tundiya li ser jinan, mafê karkeran tê axaftin. Bila ew jî biaxivin; ji bo me aştî çi îfade dike? Divê rêxistinên jinan rûnin û biaxivin.”
 
‘Divê çareseriya fikaran jî bê axaftin’
 
Su Akpinar destnîşan kir ku divê der barê fikarên civakê yên ji bo pêvajoyê jî bên axaftin û wiha domand: “Fikarên me hemûyan hene. ‘Gelo wê bibe, wê bibe çawa bibe’. Divê ewil jin bi hev re bikevin têkiliyê. Ji bo çareseriya fikaran divê biaxivin. Em ji bo çi bi fikar in. Vê ev bên axaftin. Di çapemeniyê de zimanê aştiyê tune. Zimanê aştiyê bê tundî ye. Divê em hev sûcdar nekin û empatiyê bikin. Divê em hev fêm bikin. Em gotinên ku hev fêm dikin bi kar tînin. Ji bo vê jî sibehê em hev sûcdar nekin. Divê zimanekî ku hev sûcdar nake zimanekî aştiyane bê bikaranîn.”
 
‘Divê her kes ji bo aştiyê hewl bide’
 
Su Akpinar bi lêv kir ku aştî ji bo her kesî ye û divê ne tenê aliyek her kes aştiyê biaxive û wiha domand: “Divê her kes rûne lihev bikin û bi hev re bimeşin. Dema mirov dibêjin aştî tê wateya ku her kes di ewlehî û aramiyê de bijîn. Bawerî nasname û etnîk tiştekî naguhere. Ji bo min cîhanek aram û bi ewle hewce ye. Ji bo kesek din jî tiştekî din îfade dike. Divê em hemû di nokteya hevpar de pêş bikevin. Wê demê wê aştî pêk bê. Di destûra bingehîn a aştiyane divê teqez wekhevî hebe. Em nikarin bêjin ku ev heye. Demokrasî yek aliyekî eleqeder nake hemû kesî eleqeder dike. Nêrîn û fikr çiqas ne wekhev bin jî nokteya em lihev bikin û biaxivin heye. Encax bi vî awayî aştî pêkan be.”