Ne sala malbatê sala têkoşînê’

  • 09:03 31 Gulan 2025
  • Rojane
ÎZMÎR - Bi polîtîkayan beden û azadiya jinan hedef tê girtin û di îlankirina ‘sala malbatê’ ya navbera salên 2025-2026’an ji aliyê jinan ve bi bertek hat pêşwazîkirin. Jinan diyar kirin ku bi vê biryarê jin hepsê malê tên kirin û berdewama polîtîkayên ku mafê jinan ji dest tê girtinê ye. Jinan gotin li dijî vê gotin "Ne sal amalbatê sala têkoşînê."
 
Bertekên li dijî polîtîkayên ‘sala malbatê’ ku li ser beden û jiyana jinê hatiye avakirin didomin. Serokomar Tayyîp Erdogan navbera alên ‘2026-2036’an wek sala malbatê îlankir û bi vê biryarê jin raste rast hedef tên girtin û hepsê malê tên kirin. Jinan diyar kirin ku mafê biryagirtinê ya jinan ji dest tê girtin û li dijî hedefgirtina mafê welidîn û kurtajê banga têkoşînê kirin.
 
‘Ne malbat jin hedef tên girtin’
 
Rêvebera DEM partiyê Dr. Selma Gungor da mijar nirxand û da zanîn ku biryar ne malbatê raste rast jinan hedef digire û wiha got: “Em dizanin ku malbat her tim wek malbata mêr tê pênasekirin û malbata mêr jî hevjîna wê ye.  Ev biryar biryara ku jin zarokan bînin dinê û bi malê ve girê bide ye. Têgeha sala malbatê, jinê hepsê malê dike, girêdayê mêr dike. Erdogan bi van biryaran diwze jinan 10 salan de bike malbata mêr. Ji bo vê jî hejmara zêde ya zarokan hedef dike. lê em dizanin ku îro nifûsa cîhanê zêde ye. Nifûsa cîhanê têr dike. Jin jî xwedî mafin kul i gorî daxwazên xwe bijîn. Teşwîqên wî wê kêrî tiştekî neke.”
 
 
‘Mudaxaleya li ser bedena jinê sîstematîk bûye’
 
Aktîvîsta femînîst Gamze Taşçi jî destnîşan kir ku piştî girtina wezareta jinê wezareta malbat û civakî hatiye avakirin û polîtîkayên jinan di çarçoveya vê de derxistiye û got: “Ji wê demê de ye polîtîkayên dijminê jinê zê de bûn. Peymana Stenbolê hat feshkirin û qanûna 6284 ji nîqaşê re vekirine. Niha li hember welidînê mudaxaleyek heye. Dixwazin ew biryarê bidin. Dibêjin kurtaj cînayete. Em dibêjin ku kurtaj mafe.  Jinê bi rola dayiktiyê pênase dikin. Barekî mezin didin se rmilê jinan.  Dibêjim em destura dayiktiyê dirêj dikin. Dibêjin em pakêtên piştgiriyê derdixin. Ji bo zewaca di temenê zarokatiyê de jî gavan davêjin. Temenê mehrê dadixînin 16 salî. Ev êrîşek cidî ye.  Em jin wê têkoşînawekhevî û azadiyê bidin û li kolanan bin.”
 
 
‘Rola malbatê ya li jinan hatiye barkirin’
 
Rêvebera Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Nîmet Aslan jî nêrînên xwe anî ziman û got ji ber gotinên serokomar azadiya fik rû ramanê û fîzîkî ya jinan tê sînorkirin û wiha domand: “Bi van gotin û hewldanan jin hespê malê tên kirin.  Em li dijî vê ne. Bila li ser bedena me hesaban nekin. Ji ber em dizanin ku kengê çawa çi bikin. Ev ne tiştekÎ raste. Bila van qanûnan vekişînin.”