
'Divê jin di nava pêvajoyan de cihê xwe bigirin'
- 09:08 31 Gulan 2025
- Rojane
Roza Metîna
AMED - Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp diyar kir ku divê jin di nava her pêvajoyê de cihê xwe bigirin û got:”Jinên kurd ji ber ku her tim li berxwe dane loma jî xwediyê tecrubeyekê ne. Jinên cîhanê têkoşîna jinên kurd ji xwe re dikin mînak. Loma Birêz Ocalan dema ku peyama xwe parve kir dizanîbû yên ku herî zêde berpirsiyariyê bigire ser milê xwe wê jin bin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 28-29ê Gulanê de li Amedê 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li dar xist. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp a tevli konferansê bû hem têkildarî konferansê nirxandin kir û di heman demê de bal bir ser girîngiya meşa jinan a di 31’ê Gulanê de wê li Amedê bê lidarxistin.
Semra Çaglar Gokalp her wiha bal bir ser girîngiya rola jinan a di nava pêvajoyan de û got:” Jin ji bo pêşeroja hemû zayendan pêşengiyeke taybet jî dilîzin. Pêşengiya xwe ji bo banga Birêz Ocalan jî dilîzin. Jinên kurd li dijî sîstemên tund jî her tim rola xwe dilîzin.”
'Jinan tecrube û têkoşîna xwe parve kirin'
Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp di destpêkê de bal bir ser girîngî û taybetmendiya Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd û wiha got:”Ji çar aliyên Kurdistanê jin ji bo konferansê hatin gel hevdu. Jinên li diasporayê jî tevli vê konferansê bûn û em dikarin bêjin belkî cara ewil e ku ewqas jin li hev kom bûne. Her wiha bi rêya onlineyê jî jinên kurd tevli konferansê bûn. Yek ji taybetmendiya vê konferansê parvekirina tecrube û têkoşîna jinên kurd bû. Jinan li ser mijara rola jinan a di têkoşînê de û bandora wê ya li ser pêşerojê nîqaş kirin. Li ser vê yekê axaftinên kûr hatin kirin. Ev ji bo destpêkekê gaveke mezin e. Ji bo yekîtiyê jî em dikarin bibêjin ev yek wê bibe gaveke mezin.”
Jinên kurd her tim rola xwe dilîzin
Semra Çaglar Gokalp a bal bir ser rola jinên kurd û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha dewam kir:”Birêz Ocalan ji bo jin û ciwanan jî peyamek parve kir. Ya ku civakê ava dike û dimeşîne jin in. Ya ku roleke bi qîmet dilîze dîsa jin in. Li cihekî jin tunebe li wir têkoşîn nayê asteke serfiraz. Loma bi taybet bangewaziya ku Birêz Ocalan kir ji bo jinan jî bû. Jin li Rojhilata Navîn rola xwe dilîzin, têdikoşin. Jinên kurd jî di her alî de cihê xwe digirin. Ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû kesên li cîhanê li berxwe didin. Jin ji bo pêşeroja hemû zayendan pêşengiyeke taybet jî dilîzin. Pêşengiya xwe ji bo banga Birêz Ocalan jî dilîzin. Jinên kurd li dijî sîstemên tund jî her tim rola xwe dilîzin.”
'Divê jin di nava pêvajoyan de cihê xwe bigirin'
Semra Çaglar Gokalp da zanîn divê jin di nava her pêvajoyê de cihê xwe bigirin û wiha dewam kir:”Jinên kurd ji ber ku her tim li berxwe dane loma jî xwediyê tecrubeyekê ne. Em dikarin bibêjin tevgerên femînistên jin ên cîhanê têkoşîna jinên kurd ji xwe re dikin mînak. Loma Birêz Ocalan dema ku peyama xwe parve kir dizanîbû yên ku herî zêde berpirsiyariyê bigire ser milê xwe wê jin bin. Loma dema ku jin rolê bigire ser xwe wê civakê jî pêş bixe. Wexta jin tevli pêvajoyê bibin armanca wê pêvajoyê çi ye, di pêşerojê de ji bo kurdan çi heye, rîsk û tehdîdên li pêş çi ne, bi zimanên jinan wê baştir bên fêmkirin. Bi taybet divê jin di pêvajoyên girîng de cihê xwe bigirin. Ji ber ku hişmendiya mêrane cih nade jinê. Loma jî dema jin di pêvajoyan de cih bigirin wê kar bi berfirehî bên meşandin. Kesên nayên îknakirin jî belkî bi tevlibûna jinan baştir bên îknakirin.”
'Meşa jinan a 31’ê Gulanê peyamek e'
Semra Çaglar Gokalp bal kişand ser meşa jinan a 31’ê Gulanê wê li Amedê bê lidarxistin û wiha pê de çû:”Sîstema mêraniyê jin ji her aliyî ve kiriye binê tundiyê. Jin loma di nava qefesekê de ne. Di aliyê aboriyê de jî wiha ye. Jin di nava malê de jî tundiyê dibînin loma jî nikarin xwe bînin ziman. Loma meşa 31’ê Gulanê li dijî tundiyê jî wekî bersivekê ye. Jin tundiya mêr qebûl nakin. Jin tundiya dewletê û hişmendiya mêrane qebûl nakin. Loma meşa jinan a 31’ê Gulanê peyamek e. Dema jin derkevin kolanan, dema tevli jiyanê bibin wê azad bibin. Dema jin tevli jiyanê nebin, dernekevin wê tundiya mêr xuya neke û wê dengê jinan bilind nebe. Loma meşa jinan xwediyê taybetmediyekê ye.”
'Bila konferans bibe sedema azadiyê'
Semra Çaglar Gokalp herî dawî wiha got:”Bila ev konferans bibe sedema yekîtiyê. Em hêvî dikin ev konferans ji bo hemû tevgerên jinan bibe mînakek û bibe sedema azadiya li Rojhilata Navîn. Em azadiyek ji bo hemû gelan dixwazin.”