Ekîn Ceren Dogruak li ser gora xwe hat bibîranîn

  • 14:59 31 Gulan 2025
  • Rojane
ENQERE - Ekîn Ceren Dogruak di 20'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe bi merasîmekê hat bibîranîn. 
 
Ekîn Ceren Dogruak (Amara) ku li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, di 20’emîn salvegera wefata xwe de li Goristana Karşiyaka bi merasîmekê hat bîranîn. 
 
Malbata Ekîn Ceren Dogruak, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) George Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, rêveberên Rêxistina bajarê Enqereyê yên DEM Partiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. 
 
'Ji bo têkoşîna gel...'
 
Bavê Ekîn Ceren Nusret Dogruak di axaftina xwe ya li bîranînê de got, "Ev 20 sal in heval û malbata Ekîn Ceren her tim li kêleka me ne. Ekîn Ceren ne ji bo xwe, ne ji bo dê û bavê xwe, ji bo têkoşîna gel a azadî û aştiyê, dema ciwan bû û lîse dixwend, dest bi vê têkoşînê kir. Weke malbata wê me jî rêz jî re  girt." 
 
Bîranîn bi kulîlkên li ser gorê hatin danîn bi dawî bû.