
Gulşen Sîncar ji bo Lijneya Îstîşareyê ya Amedsporê hat hilbijartin
- 09:10 1 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, di Kongreya Awarte ya Amedsporê de ku li Navenda ÇandAmedê bi beşdariya hevşaredarên Bajarê Mezin, hevşaredarên navçeyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hat lidarxistin, ji bo peywireke girîng hat hilbijartin. Bêrîvan Gulşen Sîncar di encama dengdanê de cihê xwe di “Lijneya Îstîşareyê ya Amedsporê” de stend.
Di kongreyê de ku bi tevlêbûna 250 delegeyan pêk hat, raporên derbarê avahiya darayî û îdarî ya klûbê hatin pêşkêşkirin û rêveberiya heyî bi yekdengî hat pejirandin. Di hilbijartinan de Burç Baysal wekî serokê 8’emîn a dîroka Amedsporê hat hilbijartin.
Ji bo serdema nû ya klûbê, hejmara endamên rêveberiyê hat zêdekirin û nexşerêyeke nû ji bo xurtkirina avahiya saziyê û bidestxistina serkeftinên werzîşî hat destnîşankirin. Serokê nû Burç Baysal di axaftina xwe de diyar kir ku armanca wan a sereke derxistina Amedsporê bo Lîga Jor e.
Lijneya nû ya rêveberiyê ku di bin serokatiya Burç Baysal de hat avakirin, ji 30 endamên tam û 26 endamên yedek pêk tê. Her wiha, hejmara endamên jin di lijneyê de zêde bû û nûnerên ji kom û pîşeyên cihê di nav rêveberiya klûbê de cih girtin.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, ji bo vê peywira girîng a ku layiqî wê hat dîtin, kêfxweşî û spasdariya xwe anî ziman. Wê ji rêveberiya nû û lijneya Amedsporê re serkeftin xwest.