Mîhrîcana Boreka Kurdan tê lidarxistin

  • 15:29 2 Hezîran 2025
  • Çand û Huner
 
STENBOL - Mîhrîcana Boreka Kurdan  ku îsal ji bo cara 8'emîn ji hêla KAYY-DER ve tê organîzekirin, dê di 9'ê Hezîranê de were lidarxistin. 
 
8’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan ku ji aliyê Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşveçûn û Çandê ya Navçeyên Kigî-Karakoçan-Adakli-Yayladere-Yedisu (KAYY-DER) ve tê organîzekirin, wê di 9’ê Hezîranê de bê lidarxistin. Koroya Zarokan a KAYY-DER û gelek hunermend wê di mîhrîdanê  de derkevin ser dikê. Ji bilî koma folklorê ya Koma Dîlan, di tevahiya rojê de dê def, zurne û çalakiyên cûrbecûr li mîhrîcanê werin lidarxistin. 
 
Daxwaza tevlîbûnê 
 
KAYY-DER'ê derbarê mîhrîcanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Wekî KAYY-DER, em  Mîhrîcana Borek Kurdan li dijî helewsta serdema darbeya 12'ê îlonê ya li dijî navê kurd ku hatibû qedexekirin û bi navê kut, hamal û tugla ango sade hat binavkirin organîze dikin.  Armanca me ku bi vê mîhrîcanê  em wek  Boreka Lazan, Boşnakan û Kezeba Arnavutan danasîna wê bikin."