
ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2025'AN
- 09:00 4 Hezîran 2025
- Rojev
* Piştî Teoriya Qutbûnê, Bîrdoziya Rizgariya Jinê ket rojeva jinan û ev pergala ramanê ya ku jin çawa bijî afirand û ji bo mirovahiyê jî bû zemîneke alternatîf. DOSYA
* Rojnameger Serpîl Unal da zanîn ku bi geşedanên dawî yê li Tirkiyeyê re çapemenî di zimanê ‘terorê’ de israr dike û got: “Çapemenî ne li alî aştiyê berovajî vê zimanekî ku tundiyê gur dike bikar tîne. Zimanekî ku netewa Kurd bê maf e, têkoşînê tune dike tê bikaranîn. Ev ziman piştgiriyê nade pêvajoyê. Berovajî pêvajoyê asteng dike diqedîne. Divê ev ziman ji holê bê rakirin.” DÎMEN HEYE
*Yek ji parêzerên şaxa OHD’a Wanê Mehtap Işik der barê pêvajoya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û biryara feshkirina PKK’ê de axivî û got: “PKK’ê biryara feshkirinê dabe muxatab jî niha dewlete. Divê dewlet êdî gava şênber bavêje.” BI DÎMEN
*Meyese Yilmaz a li gundê xwe seravaniyê dike, ji jinan re dibe çavkaniya îlhamê û li gund qada îstîhdamê diafirîne. BI DÎMEN
*Di ser mirina bi guman a Rojîn Kabaîş de 8 meh derbas bû lê hîna pirsên heyî nehatine bersivandin. Li aliyê din li perava kampusa zanîngehê ku herî dawî Rojîn Kabaîş lê hatibû dîtin kamerayên ewlehiyê hatin bicihkirin. BI DÎMEN