
Koça masiyên Încî Kefalî dest pê kir
- 09:02 5 Hezîran 2025
- Ekolojî
WAN - Masiyên Încî Kefalî ku her sal navbera mehên Nîsan û Trîmehê de koça xwe dikin îsal bi germbûna hewayê re koça wan dest pê kir. Bi hezarna kes ji bo vê koçberiyê temaşe bike diçin Benda Masiyan a Erdîşê.
Masiyên Încî Kevalî, yekane cureyê masiyan ku di Gola Wanê de dijî. Ava Gola Wanê bi xwê û sodaye. Ji ber vê xwedî taybetiyek mezin e. Încî Kefalî ji famîlya sazanan e. Li cîhanê tenê di gola Wanê de dijîn.
Dema danîna hêkan
Încî Kefalî meha Nîsanê de hêkan dikin û heta dawiya meha Tîrmehê koça xwe didomînin. Masî vê demê de bi komî ber bi avên herikbar diçîn. Dema ku avên herikbar gihiştin 13 dereceyî masî diçin wan avan û hêkan datînin. Piştî ku masiyan li avên herikbar li cihên xîz û çakil hêk danîn vedigirin golê.
Koça wan dîmenên bi heybet pêşkêş dike
Masiyên Încî Kefalî di vê rêwitiya bi zehmet de, berovajî herikikîn avê soberiyê dikin. Ji bo vê jî bi holkirinê soberiyê dikin. Ev koça masiyan dîmenên bi heybet pêşkêş dikin.
Eleqeyek mezin dibîne
Navbera vê dîrokê de neçîra masiyan tê qedexekirin. Li Benda Masiyan a Erdîşê ya li Parka Tabîatê, koça masiyan zêde tê dîtin û ji aliyê gel hev ve eleqeyek mezin dibîne. Benda Masiyan a Erdîşê ji aliyê gelek kesî ve tê ziyaret kirin û eleqeyek mezin tê nîşandan.