
Rapora KCDP’ê ya meha Gulanê: 21 jin hatin qetilkirin
- 18:40 3 Hezîran 2025
- Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên meha Gulanê ya KCDP’ê 21 jin hatine qetilkirin û 20 jinî jî bi guman jiyana xwe ji dest daye.
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) daneyên meha Gulanê parvekir. Li gorî rapora KCDP’ê 21 jin hatine qetilkirin û 20 jinî jî bi guman jiyana xwe ji dest daye. Di meha Gulanê de ku her kêm 14 jin ji aliyê endamên malbatên ve hatin qetilkirin û seranserê salê ev hejmar gihiştiye 86’an.