
Li Tertûsê 50 rewşên revandina jinên Elewî hatin tomarkirin
- 13:56 5 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kanala France 24 diyar kir ku li Tertûsê ji dema rûxandina partiya Baasê ve revandina 50 jinan hatiye belgekirin.
Kanala France 24 der barê revandina jinên Elewî li bajar û gundewarên Tertûsê ya li perava Sûriyeyê de raporek weşand.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku piştî bûyerên vê dawiyê ku di encamê de hejmareke mezin a sivîlan bûne qurbanî, li herêmên perava Sûriyeyê pêla revandina jinên Elewî zêde bûye.
Di raporê de hatiye desntîşankirin ku tirs bûye parçeyekî jiyana rojane ya jinan û hate zanîn ku jin ji tirsa ku bibin mexdûr, nikarin ji malê derkevin.
Li gorî raporê, xwişka keçeke hatibû revandin û piştre hat berdan, diyar dike ku xwişka wê ji ber ku di wê şoqê de mabû, nedikarîbû biaxive û dibêje, malbata wê kesên sade ne û tu girêdana wan bi aliyên siyasî re tune ye.
Di raporê de hatiye gotin: "Xwişka keça hatibû revandin, destnîşan dike ku çekdarên nenas pirsa li ser mezhebê ji xwişka wê kiriye, piştî dibihîzin ku ji malbateke Elewî ye, wê dibin cihekî nediyar. 2 mehan wê di jêrzemînekê de dihêlin, piştre wê berdidin. "
Her wiha hatiye gotin, xwişka keça hatibû revandin bi bîr tîne ku komên çekdar ên nenas niqab li xwişka wê kiribûn û ew li kolanê hiştibûn.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku hin jinên hatibûn revandin, hatibûn benckirin û muameleya xirab li wan hatiye kirin.
Çalakvaneke têkildarî dosyaya revandina jinan diyar kir ku rojane 2-3 rewşên revandina jinan li Tertûs û gundewarên wê têne tomarkirin. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku jinên têne revandin ji temenên cuda ne û got dayik, jinên zewicî, zarok û xwendekarên dibistanan in.
Raporê cih daye nirxandinên çalakvana hiqûqî ya bi navê Fereh Yûsif jî. Fereh Yûsif revandina jinan wek "berdewama tundiya civakî ku rejîma berê dikir" pênase kir. Her wiha sedemên mezhebî û diravî wek armancên revandinê destnîşan kirine.
Fereh Yûsif îşaret bi vê yekê kiriye ku 50 rewşên revandina jinan hatine belgekirin, lê saziyên ewlehiyê tu gav neavêtine û kesên ev jin revandine aşkera nekirine.