Ji bo Hatîce Onaran ji parlamentoya Ewropayê re name

  • 16:17 10 Hezîran 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) derbarê rewşa girtiya nexweş Hatice Onaran de nameyek ji Parlamentoya Ewropayê re şand û got, "Biryara mehkûmkirinê ya ku ji bo Hatice Onaran hatiye dayîn ne tenê neqanûnî ye,  di heman demê de sînordarkirinek qanûnê û gefê li ser parêzvanên mafên mirovan e."
 
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ku ji  Parlamentoya Ewropayê re derbarê girtiya nexweş Hatice Onaran de bişîne ku bi hinceta şandina pereyan ji girtiyan re hatiye girtin, li ber avahiya komeleyê ya li Beyoğlu daxuyaniyek da çapemeniyê. Gelek parêzvanên mafên mirovan û Seroka Şaxa Stenbolê ya IHD'ê, Jiyan Tosun beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankartek bi nivîsa "Hatice Onaran ne bi tenê ye" hate vekirin û heman dirûşme hate berzkirin. Name ji hêla Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a IHD'ê, Meral Nergis Şahîn ve hate xwendin.
 
'Ev biryar li dijî aqil, wijdan û qanûnê ye'
 
Meral Nergis Şahin diyar kir ku Hatice Onaran ji ber ku hevkarî bi girtiyan re kiriye hatiye girtin û wiha berdewam kir: "Ev hevgirtina mirovî ya ku ji hêla Hatice Onaran ve hatiye nîşandan, li Dadgeha Cezayê Giran a 13'emîn a Stenbolê bi tohmeta 'Binpêkirina Qanûna Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorê' bû mijara darizandinê. Di encama darizandinê de, Hatice Onaran 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ew ji 10'ê Cotmeha 2024'an vir ve li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê tê girtin.
 
Biryara mehkûmkirinê ya der barê hevala me Hatice Onaran de li dijî aqil, wijdan û qanûnê ye û sînordarkirinek qanûnî û gefê li ser parêzvaniya mafên mirovan pêk tîne. Ev biryara der barê endama komeleya me Hatice Onaran de ne mînakek tenê ye."
 
'Bi salan ji bo girtiyên nexweş têkoşîn da'
 
Meral NergîsŞahîn ku bal kişand ser wê yekê ku di demên dawî de, li dijî xizmên girtiyan doz hatine vekirin bi hinceta ku wan ji bo girtiyan pere şandine, diyar kir ku Hatice Onaran bi salan ji bo mafê jiyanê yê girtiyên nexweş têkoşîn daye û ew bi xwe niha nexweş e. Meral Nergis Şahîn got, "Hatice Onaran kesek 60 salî ye ku rapora wê ya seqetbûnê ji sedî 79 e. Ew ji ber pençeşêra kolonê hatiye dermankirin û muayene û kontrolên wê hîn jî berdewam dikin. Tevî ku ew girtiyek nexweş a giran e jî hîna girtî ye.
 
Hemû hewldanên parêzer û komeleya me ji bo rakirina vê dijqanûniyê heta niha bê encam mane. Em dixwazin ji we re ragihînin ku parêzvana mafên mirovan û endama komeleyê Hatice Onaran hîn jî bi awayekî neqanûnî di girtîgehê de tê girtin."
 
Piştî daxuyaniyê, girseya ku kom bû bi dirûşma "Hatice Onaran ne bi tenê ye" ji bo şandina nameyê ji Parlamentoya Ewropayê re çû posteyê.