
Li Îzmîrê tundiya mêr: Jinek hat qetilkirin
- 18:54 12 Hezîran 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Li navçeya Tîre ya Îzmîrê jina bi navê Ş.E ji aliyê mêrê bi navê M.O.E ku pê re zewicandibû ve bi çekê hat qetilkirin.
Li navçeya Tîre a Îzmîrê jina bi navê Ş.E (70) ji aliyê mêrê bi navê M.O.E (75) ku pê re zewicandibû ve bi çekê hat qetilkirin.Gumanbar piştre bi heman çekê întîxar kir. Piştî şêniyên taxê agahî dan ekîbên tenduristî û polîsan çûn cihê bûyerê.
Ekîban diyar kirin ku M.O.E û Ş.E jiyana xwe ji dest dane. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.