
Dr. Ecehan Balta: Hewcedarî bi saziyên enternasyonal heye
- 09:03 13 Hezîran 2025
- Rojane
Derya Ren
MÊRDÎN - Endama Lijneya Weşana Kovara Praksîs Dr. Ecehan Balta da zanîn ku rola jinan a di pêvajoyê şoreşê de mezine û got di peymanên civakî yên tên kirin de divê jin rola pêşeng bilîzin. Ecehan Balta wiha got: “Ji bo pirsgirêka jinan çareser bibe hewce bi saziyên enternasyonal heye. Hewcedarî bi piştevanî û hevkariyê heye.”
Rola jinên Kurd a di têkoşîna azadî û têkoşîna jinê de gelek girîng e. Em li dîroka şoreşên cîhanê dinêrin, piştî şoreşan jin ji derveyê jiyana siyasî tên hiştin û di rolên zayenda civakî de tên tengezarkirin. Ji 2012’an heta niha bi Şoreşa Jinan a Rojava, jin ji şoreşê re pêşengiyê dikin.
Endama Lijneya Weşana Kovara Praksîs Dr. Ecehan Balta der barê rol û destkeftiyên jinan yên pêvajoyên şoreş û aştiyê de axivî.
‘Jin di pêvajoyên şoreşê de rolek aktîf dilîzin’
Ecehan Balta daxuyakirin ku jin di pêvajoyên şoreşê de rolek girîng dilîzin û got: “Em vê di mînakên şoreşa Rûs, Almanyayê de dibînin. Di şoreşa Almanda Rosa Luxemburg tunebûna şoreşa Almanyayê jî tunebû. Di şoreşa Rûsyayê de Aleksandra Kollontaî û rola jinên din gelek girîng e. Em rojên Tîrmeh û Sibatê ji bîr dikin. Ev destkeftiyên têkoşîn a jinan e. Piştî şoreşan jin ji saziyan tên dûrxistin. Jin hepsê malê û ser erdan tên kirin. Lê di şoreşa Rojava de ev ji holê hatine rakirin. Şoreşa Rojava Şoreşa jinê ye.”
Jin û ax
Ecehan Balta daxuyakirin ku li Kolombiyayê sîwaneyek ku 70 rêxistinên jinan ava kirine heye û wiha domand: “Ev avabûna ji bo piştgiriya pêvajoyên aştiyê ava bû. Têgeha ‘jin û axê wek têgehek hiqûqî dan qebûlkirin û vê bandor li pêvajoyên dadgehê jî kir. Ev mînak dikarin bên zêdekirin. Me ev li Brezîlya, Bakurê Îrlandayê jî dît. Di hemû pêvajoyê aştiyê de têgeha ‘jin ax’ derketin holê. Ev têkildarî parastina azadiyên aborî, civakî û siyasî ye. Divê bi giştî lê bê nêrîn. Di vê giştîbûnê de mafê ekolojîk jî hene.”
‘Şoreş guherîna jiyanê ye’
Ecehan Balta destnîşan kir ku şoreş bi giştî veguhertina jiyana rojane ye û wiha dirêjî dayê: “Şoreş ne girtina desthilatdariyekê û radestkirina desthilatdariyek din e. Bi giştî guherîna jiyanê ye. Bêyî heqdest xebitandina jinan û binpêkirina keda jinê li xweşa desthilatdariya mêr diçe. Naxwazin ev keda ku nayê dîtin bê guhertin. Ji bo pêşî li vê guhertinê bê girtin piştî şoreşan jin dîsa hepsê malan hatine kirin.”
‘Di avakirina peymanên civakî de rola jinan girîng e’
Ecehan Balta balkişand ser avakirina peymanên civakî û got divê jin bi awayekî azad nava aliyan de cihên xwe bigirin û wiha bi lêv kir: “Di van peymanan de divê jin heta dawî mafên xwe biparêzin. Divê her tim aktîf bin. Divê maf û destkeftî bên parastin, ji bo bidestixistina mafan têbikoşin. Di şoreşa Rûs de ev hat kirin. Di şoreşa Rûs de jin û mêr wek hev bûn. Zewaca ferzkirî hat rakirin. Di alî lênerîna zarokan de hinek gav hatin avêtin. Di alî wekheiya jin û mêr de gelek pêşketin çêbûn, destûra bingehîn guherî. Peymanek civakî ava bibû. Ev destkeftî heta cihekî hatin parastin. Piştî şoreşê jin belav kirin û bê rêxistin hiştin. Şoreş ji bo jinan girîng in. Lê divê ev bê domandin.”
‘Hewcedarî bi piştevanî û hevkariyê heye’
Ecehan Balta wiha dawî lê anî: “Em jinên cîhanê ji hev gelek tiştî fêr dibin lê ev hinek dereng ders pê kir. Ev pêvajo piştî salên 2000’î dest pê kir. Meşa jinan a cîhanê wan salan de hat kirin. Em hemû jin divê di têkiliyê de bin. Divê em bi hev re bin ku ji hev fêr bibin. Hewcedarî bi vê heye. Divê xwe bi hev re rêxistin bikin. Tevgera jinan wek tevgera ekolojiyê enternasyonalîst e. Ji bo pirsgirêka jinan çareser bibe hewce bi saziyên enternasyonal heye. Hewcedarî bi piştevanî û hevkariyê heye.”