
Serdana moralê ji bo BESYO û namzetên Lîseya Sporê
- 10:01 13 Hezîran 2025
- Tenduristî/Werzîş
AMED - Kursên belaş ên ku ji aliyê Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê û Klûba Oz Kayapinar Sporê ya Şaredariyê ve ji bo xwendekarên ku xwe ji bo ezmûnên Dibistana Perwerdeya Fîzîkî û Sporê (BESYO) û Lîseya Sporê amade dikin hatine destpêkirin, eleqeyeke mezin dibînin.
Di çarçoveya vê bernameya amadekariyê ya bi pîşeyî de, 210 xwendekar tevlî kursên şaredariyê bûn. Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar, digel endamên meclîsê û alîkarên şaredaran, serdana xwendekarên stajyer kirin. Dundar diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin van xebatan da ku ciwan bi hêsanî bigihîjin sporê û van kursan, û wiha axivî: “Em kêfxweş in ku ciwanên me bi sporê re tên ba hev û em tevkariyê li pêşkeftina wan a fîzîkî û zîhnî dikin. Bi saya van kursan, ciwanên me yên jêhatî gaveke din nêzî xewnên xwe dibin, ev jî ji bo me çavkaniyeke mezin a motîvasyonê ye.”
Hat ragihandin ku şaredarî dê bi projeyên bi vî rengî piştgiriya pêşeroja ciwanan berdewam bike.