
ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2025'AN
- 09:00 15 Hezîran 2025
- Rojev
* Siyasetmedarên jin ên li Wanê bal kişandin ser polîtîkayên qeyûm û gotin: "Betalkirina protokola alîkariya hiqûqî ya vê dawiyê tê wateya desteserkirina destkeftiyên jinan. Rê li ber şîdetê vedikin û naxwazin jin sûdê ji alikariya bigirin. Lê em ê li dijî polîtîkayên qeyûm xebatên alternatîf bidomînin." BI DÎMEN
*Zarîfe Karasungur da zanîn ku ji bo aştiyeke bi rumet divê dewlet gavê bavêje û wiha got: “Ne malbata min ne jî malbatên din nexwestin xwîn birije. Lê aliyên hember me me fêm nakin. Em aştiyê dixwazin û ji bo aştiyê amade ne.” BI DÎMEN
*Hevseroka Navçeya Gazîosmanpaşa a DEM Partiyê Rukiye Ekenler, bi tekez kirina ku ev pêvajo dîrokî ye, bal kişand ser vê rastiyê ku ev pêvajo "ji bo her kesî şansek e."DÎMEN HEYE