
Çanda Kurd dide jiyîn û ji jinan re dibe îlham
- 09:05 24 Tîrmeh 2025
- Çand û Huner
MÛŞ - Selvî Kaya ku li Kopê dikana wê ya cil û bergên gelêrî heye, diyar kir ku armanca wê ne tenê esnafî ye, nasandina çand û dîroka Kurd e û got: “Jin pir xurt in. Tenê bila di hişmendiya vê de bin.”
Jinên ku çandê didin jiyîn û di heman demê de ji bo winda nebe têdikoşin, li her derê têkoşîna nasnameyê didin. Jinên Kurd jî her tim ên herî zêde têkoşîna vê didine. Li Kopê ya Mûşê jina bi navê Selvî Kaya dukana cil û bergên gelêrî vekiriye û têkoşîna jiyandina çanda xwe dide.
Selvî Kaya bi saya dukanê hem îstîhdama xwe dike û hem jî bi nasandina çanda Kurd ji jinan re dibe îlham. Ji çavkaniya debarê wêdetir, vê wek peywirekê dibîne û hem nêrîna civakê diguherîne hem jî ji jinên derdorê re dibe hêvî.
‘Armanca me nasandina çanda Kurd e’
Selvî Kaya got sedema vekirina dukanê ev e ku çanda Kurd li Kopê bidin rûniştandin û wiha vegot: “Sê sal in min ev dukan vekiriye. Li Wan û gelek cihên din ev mexaze hene. Lê li vir ev tunebûn. Armanca me nasandina çandê ye. Me piştre dît ku gel pir hez dike û bêrî kiriye. Me dît ku gel berê xwe daye cil û bergên gelêrî. Me karê xwe berfireh kir. Me çanda xwe da nasîn. Em bertekên baş digirin. Ewil fikar hebûn. Digotin em li xwe bikin wê çi bibe. Piştre ev şikandin. Niha bêyî zextan li ser xwe hîs bikin cilên gelêrî li xwe dikin.”
‘Gelek jinan ji min îlham girtin’
Selvî Kaya destnîşan kir ku zehmetî û hêsaniyên esnafbûnê jî hene û wiha dirêjî dayê: “Li herêma Serhedê xwendina jinan berê zehmet bûn. Jinên ciwan dixwînin lê wek min got esnafî cuda bû. Divê hinek jî di alî dayiktiyê de mirov binêrin. Ez kevaniya malê me. Piştre min dest bi jiyana kar kir. Min aboriya xwe bidest xist. Ez piştgiriyê didim malbata xwe û zarokên xwe. Gelek jin ji min îlhamê digirin.”
‘Jin xurt in bila tenê di hişmendiya vê de bin’
Selvî Kaya diyar kir ku gelek jin piştî wê dest bi kar kirine û wiha dawî lê anî: “Ev tiştekî pir xweş e. Ez jî ji hinekan re bûm mînak. Bêguman aliyên zehmet jî hene. Wek jinekê hem karê malê hem mezinkirina zarokan zehmet e. Divê jin bi her awayî azadiya aboriya xwe bigirin dest. Jin xurt in tenê bila di hişmendiya vê de bin.”