
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
- 17:37 28 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir. Şande ji Îmraliyê vegeriya.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin çûn Girava Îmraliyê.
Hevdîtin piştî mehek şûnde pêk hat. Hevdîtin 4 saet berdewam kir. Şande ji Îmraliyê vegeriyan.
Hat diyar kirin ku dê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî dê bê dayîn.