
Ji Platforma Yekitiya Jinên Kurd ên Bakur daxuyanî
- 13:31 1 Îlon 2025
- Rojane
AMED -Platforma Yekitiya Jinên Kurd ên Bakur ku derbarê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dxuyanî da, diyar kir ku ew bi hev re li dijî, şer, nefret û dabeşkirinê rawestin.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd ên Bakur derbarê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dxuyaniyek da. Platformê bi daxuyaniya xwe bal kişand ser girîngiya Aştiyê û got, "Aştî ne tenê bêdengiya çekan e; aştî hewcedariyeke mirovî ye ku tê de her kes bi nasname, ziman û çanda xwe bi azadî bijî, tê de jin di her qada jiyanê de xwedî deng û hêz be."
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
"1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê, ji bo me jinên Kurd ne tenê sembolek e, di heman demê de bangek e ji bo avakirina cîhaneke azad, wekhev û bê tahakkum. Aştî ne tenê bêdengiya çekan e; aştî hewcedariyeke mirovî ye ku tê de her kes bi nasname, ziman û çanda xwe bi azadî bijî, tê de jin di her qada jiyanê de xwedî deng û hêz be.
Em jinên Kurd, bi dîroka xwe ya têkoşînê, baş dizanin ku aştî bêyî edaletê ne mimkun e. Ji ber vê yekê, em bang li hemû jinan dikin ku li dijî her cûre zordestî, cudakarî û şîdetê bi yekîtî rawestin. Yekîtîya me hêza me ye; em bi hev re dikarin civakeke demokratîk ava bikin ku tê de mafên mirovan, wekheviya zayendî û edaleta civakî bingeha jiyanê bin. Em bawer dikin ku dilê her jinekê ji bo aştiyeke mayînde û birûmet lêdide, ji ber ku jin bi xwe afirînerên jiyanê ne û bi têkoşîna xwe dikarin cîhanê biguherînin.
Di vê Roja Aştiyê de, em wekî Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ên Bakur, hemû kesan vedixwînin ku bi me re ji bo aştîyeke mayînde, civakeke demokratîk û yekîtiyeke bi hêz bixebitin. Em di wê baweriyê de ne ku banga birêz Abdullah Öcalan a ji bo aştî û civaka demokratîk dê deriyê cîhaneke azad û aştiyane ji bo hemû gelan veke. Ji ber vê yekê, bi minasebeta vê rojê, em bang li dewlet û hikûmetê dikin ku demildest gavên berbiçav ji bo aştîyê biavêjin.
Em wekî jinên Kurd, 1ê Îlonê li hemû aştîxwazan pîroz dikin û di wê baweriyê de ne ku bi hev re em dikarin li dijî şer, nefret û dabeşkirinê rawestin. Em ê ji bo cîhaneke ku tê de her kes bi rûmet û azad bijî, gavên bi wêrekiyê biavêjin. Bila 1ê Îlonê bibe destpêka têkoşîneke nû ya ji bo aştî, wekhevî û yekîtiyê."