ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2025'AN

  • 09:00 7 Îlon 2025
  • Rojev
 
* Jinên karker yên ji bo debara xwe bikin di zeviyan de dixebitin, li dijî barê giran ê kar û pirsgirêkên aboriyê têdikoşin. Jinan diyar kirin ku dixebitin lê beramberê keda xwe nagirin. BI DÎMEN 
 
* Dayika Devlet Akan ê HPG’î ku jiyana xwe ji dest daye, Adîle Akan wiha got: “Em dixwazin Kurd azad bin. Bila zext û zilm rabe. Bila mafên me bên dayîn. Bila girtî bên berdan serokatiya me azad bibe.” BI DÎMEN 
 
* Yekîneya Hevgirtina Rojîn Kabaîş ku bin bana şaredariya Rêzan de hat avakirin, pirsgirêkên jinan çareser dike û cihê niha ji bo yekîneyê tê bikaranîn dema qeyûman de di bi navê kiratxaneyê de cihê ku hişbir lê dihat firotin û bikaranînê bû. Hat diyar kirin ku demên ewil jin ji ber vê ditirsiyan û nedihatin vir. BI DÎMEN