
Bernameya meşa Bestayê diyar bû
- 16:33 6 Îlon 2025
- Ekolojî
ŞIRNEX - Hevserokên giştî yên DBP û DEM Partiyê û gelek rêxistinên ekolojiyê wê beşdarî çalakiya li Bestayê bibin ku dê di 9-10'ê Îlonê de, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li dijî talankirina xwezayê bê lidarxistin.
Talankirina xwezayê li gelek deveran, bi taybetî li Çiyayên Cûdî û Gabar ên Şîrînex û herêma Bestayê, didome. Li dijî qirkirina ekolojiyê ya bi pêşengiya cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de, gelek çalakî hatin lidarxistin.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, bi dirûşmeya "Em rê nadin qirkirina ekolojiyê, em li dijî talankirina xwezayê dimeşin" dê du rojan çalakî bên lidarxistin. Aktivîstên ekolojiyê, niştecihên herêmê û parêzvanên jîngehê dê di 9'ê Îlonê de li Qada Cumhuriyetê ya navenda bajarê Şirnexê berî meşê li dijî talankirinê daxuyaniyekê bidin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir û gelek parlamenterên DEM Partiyê dê beşdarî çalakiya nobeda şevê bibin.
Her wiha beşdar wê ji Amed, Êlih, Mêrdîn, Sêrt û bajarên derdorê jî bin. Dê di meşê de deh parlamenter bi awayekî çalak peywirdar bin.
Bernameya çalakiyan
Meş dê di 9'ê Îlonê saet di 13:00'an de li Qada Cumhuriyetê ya Şirnexê dest pê bike. Piştî civîna çapemeniyê û meşê, girse dê ber bi navçeya Bestayê ve biçe. Çalakiya nobedariyê ku dê saet di 16:00'an de li Bestayê dest pê bike, dê di 10'ê Îlonê saet di 10:00'an de bi dawî bibe.
Platforma Saziyên Demokratîk wiha bang kir: "Piştgiriyê bidin jiyana ekolojîk a li Cûdî, Gabar, Besta, çiya, çem û daristanan û tevlî meşê bibin. Di vî şerê bêyeman ê li dijî xwezayê de, bibin alîgirê xwezayê û beşdarî meşê bibin. Ji bîr nekin: Xweza ne sermayeya tu kesî ye; ew mala hemû candaran e."
Parve bike: