Hunermend û rewşenbîr: Divê em aştiyê mayînde bikin

  • 20:34 6 Îlon 2025
  • Rojane
STENBOL- Rêxistina DEM Partî ya Stenbolê panela ‘Rewşenbîr û Hûnermend Aştiyê diaxivin’ pêk anî. di panelê de balkişandin ser girîngiya mayîndebûna aştiyê û têkoşîna rêxistinkirî.
 
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM  Partî) ya Stenbolê  bi sernavê ‘Rewşenbîr û Hûnermend Aştiyê Diaxivin’ li Navenda Çanda Cem Karaca ya Bakirkoyê panel pêk anî. Şanoger Rewşan Apaydin, nivîskar Metîn Yegîn, helbestkar Mustafa Koz, nivîskar Akîf Kurtulmuş wek axaftinker tevli bûn. Moderatoriya wê jî Sarya Ozgur kir.
 
Şanoger Rewşan Apaydin destpêkÊ axivî û da zanîn ku der barê pêvajoyê de her kes bi fikare û got tevî hemû tiştî divê ligel aştiyê cih bê girtin. Rewşan Apaydin wiha got: “Gelek pirsên divê bên bersivandin hene. Em bixwe li bersiva van pirsan digerin. Bi bersivên ji vir derdikevin em ê zextan bikin. Divê hunermend rewşenbîr di avakirina aştiyê de cih bigirin.  Ji ber hunermend her tim bi sansur û zextan re hatine rû hev.
 
Helbestkar Mustafa Koz jî axivî û da zanîn ku heta wekheviya ziman tunebe aştî ne pêkane. Nivîskar Akîf Kurtuluş jî daxuyakirin ku divê aştî bê mayîndekirin. Nivîskar Metîn Yegîn jî destnîşan kir ku divê aştî bê mayîndekirin û ev bibe daxwazeke civakî.