
YJK-E têkildarî Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî daxuyanî da
- 19:27 6 Îlon 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN- YJK-E’yê ragihand ku 33’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî wê bibe lûtkeya girêdana bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û têkoşîna ji bo civakeke demokratîk û aştiyê. Her wiha bang li her kesî kirin ku beşdarî mîhrîcanê bibin.
Li bajarê Essen ê Elmanyayê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd (YJK-E) têkildarî 33’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî daxuyanî hat dayîn. Berdevkên Meclîsên Jinên Kurd ku ji gelek herêman hatibûn û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Berdevka YJK-E’yê Kezban Dogan di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew ê beşdarî mîhrîcana ku her sal li Ewropayê tê lidarxistin bibin.
Kezban Dogan anî ziman ku ev pêvajo ji bo naskirina mafên gelê Kurd û bi zagonan parastina wan demeke girîng e. Kezban Dogan destnîşan kir ku ev vîn di heman demê de tê wateya girêdana bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û rasterast bi azadiya Abdullah Ocalan re têkildar e. Kezban Dogan got ku beşdariyeke girseyî ya ji bo mîhrîcanê wê bibe lûtkeya vê girêdanê û têkoşînê û bang li her kesî kir ku di 33’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî de li hev bicivin.