
Li Sûriyeyê di 9 mehan de zêdetirî 10 hezar kes hatin kuştin
- 17:55 7 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên SOHR’ê amade kirine ji 8’ê Kanûna 2024’an heya 6’ê Îlona 2025’an 10 hezar û 672 Sûriyeyî hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir ku ji 8’ê Kanûna 2024’an û heta 6’ê Îlona 2025’an, anku di nava 9 mehan de 10 hezar û 672 kes ji ber pevçûn û aloziyên derketine hatine kuştin. Hat diyarkirin ku 8 hezar û 180 kesên ji van sivîl in. Hat gotin ku 3 hezar û 20 kes ji meydanan hatine înfazkirin.
SOHRê ragihand ku kiryarên van sûcan nayên dadgehkirin û cezakirin. SOHRê daxuyand ku gotinên nefretê, nijadperestî û mezhebperestiyê roj bi ro zêde dibin û çalakvan û hiqûqnasên li dijî vê yekê têdikoşin jî tên hedefgirtin.