Hejmara kesên li Xezayê ji birçîna mirin bû 428

  • 14:44 16 Îlon 2025
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Wezareta Tenduristiya li Xezayê di nava 24 saetan de 1 jê zarok 3 kesên din ji birçîna mirine. Li gel vê hejmara kesên ji birçîna mirine giha 428’an.
 
Êrişên Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha li dijî Zîvala Xezayê bê navber didome. Li Xezayê ku dorpêçek giran tê jiyîn, mirov ji birçîna di mirin.
 
Li Zîvala Xezayê ku ji ber êrîşên îsraîl û ambargoyê xelaya tê jiyîn, di nava 24 saetên dawî de 1 jê zarok, 3 Filistîniyên din ji birçîna mirin. Wezareta Tenduristiya Filistînê ya li Xezayê, bi daxuyaniyek nivîskî têkildarî hejmara kesên ji ber birçîbûn û kêm xurekê jiyana xwe ji dest dane agahî parve kir.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, li gel windahiyên dawî li Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha hejmara kesên ji birçîna jiyana xwe ji dest dane 146 jê zarok giha 428’an.
 
Zîvala Xezayê ku dibin êrişên Îsraîl û ambargoya ku ketina alîkariyan qedexe dike, birçîbûn belav bûye, ji ber nebûna av, derman, malzemeyên tibî û paqijiyê felaketa mirovî tê jiyîn.