'Bila 'Jin, Jiyan, Azadî' bibe ronahîya rêya me'

  • 14:42 16 Îlon 2025
  • Rojane
AMED - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur têkildarî salvegera serhildana "Jin Jiyan Azadî" da zanîn têkoşîna azadiya jinê, di heman demê de têkoşîna azadiya gelan, xwezayê û rûmeta mirovahiyê ye û got:" Bi vê wesîleyê, em bang li hemû jin, gel û hêzên demokratîk dikin ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî”yê hembêz bikin, rêxistinbûnê xurt bikin û têkoşînê geş bikin."
 
Di 16'ê Îlona 2022'yan de jina kurd Jîna Amînî li Tehrana Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin. Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur têkildarî salvegera serhildana "Jin Jiyan Azadî" daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin:"Vê têkoşînê careke din nîşanî me da ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk neçarî ye. Ji bo vê yekê, divê jin di zûtirîn demê de bibin pêşengên yekîtiya neteweyî ya demokratîk." 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Îro sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Amînî ya ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve ye. Qetilkirina Jîna,  êrîşeke hovane bû li dijî gelê Kurd, jin û hemû kesên bindest ên ji bo azadiyê têdikoşin. Piştî Jîna, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ji dilê Kurdistanê derket, sînor derbas kir û li çar aliyên cîhanê bû dengê hevpar ê xeyalên azadiyê. Ev felsefe, ji Rojhilata Navîn heta Amerîkaya Latînî, ji Asyayê heta Ewropayê, bû ronahiyeke ku rêya têkoşîna jinan û gelan ronî dike.
 
Tevgera Azadiya Jinên Kurd, ku bi salan e bi ked, têkoşîn û berxwedana bi hezaran jinan hatiye avakirin, bi paradîgmaya azadiya jinê ya Rêzdar Abdullah Ocalan re gihîştiye asteke din. Ev paradîgma bi zelalî diyar dike ku bêyî azadiya jinê, azadiya civakê ne mimkun e. Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya rêzdar Ocalan ji bo gelek rêxistinên jinan ên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê bûye çavkaniyeke îlhamê. Jinên ku ev felsefe hembêz kirine, li dijî pergala baviksalariyê, dîktatorî û her cure zordariyê bi biryar têdikoşin û nîşan didin ku jiyaneke azad bi pêşengiya jinan mimkun e.
 
Îro, jin li her çar aliyên cîhanê, bi ruhê berxwedana Jîna Amînî, li qadan in û bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li dijî zordariya mêrsalarîyê, dîktatorî û bêedaletiyê dengê xwe bilind dikin. Ev felsefe êdî ne tenê ya jinên Kurd e, lê belê bûye nirxeke gerdûnî ya hemû mirovahiyê. “Jin, Jiyan, Azadî” ne tenê dirûşmek e; ew bangeke ji bo jiyaneke wekhev, adil û azad e ku jin, gel û xweza tê de bi hev re bi rûmet bijîn.
 
Em Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur, di şexsê Jîna Amînî de, li ber bîranîna hemû jinên hatine qetilkirin bi hurmet serê xwe ditewînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bilindtir bikin. Têkoşîna azadiya jinê, di heman demê de têkoşîna azadiya gelan, xwezayê û rûmeta mirovahiyê ye. Bi vê wesîleyê, em bang li hemû jin, gel û hêzên demokratîk dikin ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî”yê hembêz bikin, rêxistinbûnê xurt bikin û têkoşînê geş bikin.
 
Vê têkoşînê careke din nîşanî me da ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk neçarî ye. Ji bo vê yekê, divê jin di zûtirîn demê de bibin pêşengên yekîtiya neteweyî ya demokratîk. Em girîngiyê didin yekîtiya jinan li hember hemû cureyên zordariyê, şer û dagirkeriyê. Em bang li hemû jinên ku ji bo edaletê têdikoşin dikin ku bi vê têkoşînê re bibin yek. Jîna Amînî bû sembola berxwedanê, lê têkoşîna wê di dilê me hemûyan de dijî. Em ê bi ruhê wê yê şoreşgerî, li her deverê li dijî zilmê rawestin û ji bo jiyaneke azad têbikoşin. Bila 'Jin, Jiyan, Azadî' bibe ronahîya rêya me! "