Civîna Lijneye Jinan a Rêveberiya Herêmî

  • 15:52 19 Îlon 2025
  • Rojane
 
WAN - Di Lijneye Jinan a Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk de Neslîhan Şedal axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan a hevpar.
 
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Yekitiya Şaredariyên Anatolyaya Başûrê Rojhilatê (GABB), civîna xwe ya Lijneye Jinan a Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk li Şaredariya Rêya Armûşê pêk anî. Seroka GABB'ê û di heman demê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ya ku li şûna wê qeyûm hatiye tayîn kirin Neslîhan Şedal, Midûra Polîtîkayên Jinan a GABB'ê Nejla Gursoy, Hevberdevka Meclîsa Şaredariyê Leyla Çelîk, gelek hevşaredar, midûrên polîtîkayên jinan û gelek endamên meclîsê beşdarî civînê bûn. 
 
Di civînê xebatên ku ji bo jinan tên kirin û tecrûbeyên ku derketin holê hatin nîqaşkirin. Neslîhan Şedal di civînê de axivî û bal kişand ser bandora têkoşîna jinan û got: "Me her tim diyar kiriye ku ev paradîgma felsefeyeke jiyana demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan e. Bi tevgerîna bi aqilmendiyeke kolektîf a xurt, em dikarin pirsgirêka azadiya jinan çareser bikin. Bê guman, ev paradîgma li ser perspektîfeke ekolojîk hatiye avakirin. Em lêkolînên jinan di warên taybetî de dikin: têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan, pêşxistina aboriya jinan û avakirina qadeke perwerde û lêkolîna jinan. Armanca me ew e ku hem felsefe û hem jî zîhniyeta vê yekê ava bikin û sazûmankirina wê misoger bikin.2
 
Civîn piştî nirxandinan bi dawî bû.