ROJEVA 05'Ê COTMEHA 2025'AN

  • 09:00 5 Cotmeh 2025
  • Rojev
 
* Derhênera belgefîlma "Li Dengê Azadiyê Da" Zaînab Entezar diyar dike ku bi riya hunerê dengê jinên Afgan bi cîhanê dide bihistin û got bi têkoşîna yekbûyî ya jinan wê guherîn pêkan be. BI DÎMEN 
 
*Aktîvîst Mahdîeh Golroo ku li girtîgeha Evînê ya Îranê maye diyar kir ku li Îranê jinbûn wek jiyana di rejîma apartheîd de ye. DÎMEN HEYE
 
*Seroka Komîteya Kongra Star Axîn Elî, der barê polîtîkayên hikûmeta Şamê de nirxandin kir û got: “Entegrasyona em behs dikin, ji bo parastina mafê gelan, îrade û zimanê me ye. Lê hikûmeta demkî ya Şamê tişta ji entegrasyonê fêm dike, qetilkirine. Em ê wek jin li dijî van zextan bin.” BI DÎMEN 
 
*Endama Meclîsa Nûneriya Komeleya Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu da zanîn ku sala malbatê bi polîtîkayeke dijminê jinê hatiye avakirin û got qetilkirinên jinan bi polîtîka bêcezahiştinê tê rewakirin. DÎMEN HEYE