
Xwendekaran ji bo Rojin Kabaiş xwepêşandan kirin
- 18:35 13 Cotmeh 2025
- Rojane
WAN - Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ji bo Rojin Kabaiş xwepêşandanek rûniştinê li dar xistin.
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê li avahiya rektortiyê xwepêşandanek rûniştinê li dar xistin. Gelek xwendekar beşdarî çalakiya rûniştinê bûn û dirûşmeyên wekî "Rojin Kabaiş serhildana me ye", "Mêr guleyan dibarînin, dewlet diparêze", "Jin, jiyan, azadî", "Rektor îstifa bike" û "Ev xwekuştin nîne, kuştin e" berz kirin.
Xwendekaran diyar kirin ku ew rêveberiya zanîngehê ji bûyerê berpirsiyar dibînin û xwestin ku rektor derbarê bersûcan de tiştekî bibêje.