ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2025'AN

  • 09:00 8 Cotmeh 2025
  • Rojev
 
*Siyasetmedar Gultan Kişanak di 28’emîn salvegera Gurbertelî Ersoz ku 7’ê cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da, de axivî. Gultan Kişanak a bi Gurbetellî Ersoz re xebat meşand wiha got: “Ji dil bi girîngiya çapemeniya azad bawer dikir. Gurbetellî li dijî hemû hilweşîn û tundiya şer şopdara heqîqetê bû. Şîroveya wê kûr, fikrên wê fireh û pratîka wê xurt bû.”
 
*Nûnera IPPNW’ê Gîsela Penteker der barê salvegera komployê de axivî û got: “Azadiya Abdullah Ocalan  ji bo çarseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd û demokrasiya Tirkiyeyê gelek girîng e.”
 
*Endamên TJA'yê ji bo salvegera komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amed'ê banga meşê kirin û gotin, "Em li bendê ne ku jin, ciwan û hemû gelê me di 9'ê mehê de saet di 16:30'an de beşdarî meşa ber bi Qada Şêx Seîd ve bibin. Êdî bes e; em aştî, azadî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Meclîsa Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê Hevîn Suleyman der barê êrîşên hikûmeta Şamê ya Demkî yên li hember Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê axivî û got: “Gelo amadekariya şerê fîzîkî tê kirin?” DÎMEN HEYE