
ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2025'AN
- 09:00 10 Cotmeh 2025
- Rojev
* Di 1’ê Cotmehê de bi vebûna meclîsê re jinan der barê rojeva siyasî û civakî ya welat de nirxandin parvekirin. Jinan ji meclîsê daxwaz kirin ku ji bo aştî pêk bê, pêşî li tundiya li ser jinan bê girtin û krîza aborî bê çareserkirin, polîtîkayên çareseriyê bên pêşxistin. BI DÎMEN
*Jinên Rezan der barê qetilkirinên jinan yên zêde dibin û polîtîka bêcezahiştinê de axivîn û diyarkirin ku ji bo bidawîbûna qetilkirinan divê polîtîkayên diparêzin û pêşî li tundiyê digirin pêk bên. BI DÎMEN
*"Rêxistinbûn û jiyana komunal û avabûna pergala konfederal demokratîk e. Di her qada jiyana civakî de û di astê netewa demokratîk de, pergaleke jiyanê ya azad ya li ser wekhevî û hevjiyana azad hatiye avakirinê ye." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
* Rojnameger Çîlem Kuçukkeleş bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û helwesta çapemeniya alîgir û diyar kir ku divê li dijî kurd, jinan, elewiyan û civakê rexnedayînek mezin bide. BI DÎMEN
*Endama Komîsyona DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, der barê serdana komîsyonê ya Îmraliyê de axivî û got: “Nikare bê qebûlkirin ku aktorê di vê mijarê de hewldanek mezin dide, neyê gûhdarkirin. Bawerim ku wê vê mehê de komîsyon biçe serdanê. Di van serdanên me de jî hewayek erênî heye.” BI DÎMEN