ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2025'AN

  • 09:00 12 Cotmeh 2025
  • Rojev
 
*Dayikên ku êşên jiyane vedibêjin, hêviya xwe winda nakin û piştgiriyek mezin didin pêvajoyê. Dayikên ku zarokên xwe winda kirine piştî wan têkoşîna xwe meşandine û mînakên mezin a berxwedan û wêrekiyê ne. Nazdar Îldenîz ku li gel êşa xwe têkoşînê didomîne wiha got: “Em li pişta Abdullah Ocalan in. Em li pişta şehîdên xwe ne. Serê me jî biçe em dest ji têkoşîna xwe bernadin.” DÎMEN HEYE
 
*Çîrokbêj Amîne Sîtî Aktaş di 25 salî de bi guhdarkirina çîrokê re dikeve riyan û li gelek bajaran digere, çîrokên kom dike bi guhdarvanan re tîne gle hev. DÎMEN HEYE
 
*Di projeyên TOKÎ’yan de ku dewlet di bin navê "avahiyên civakî" de dide ber bazarê, jin û zarok di bin şertên bê ewlehî û ne hîjyen de têkoşîna jiyanê didin. Li TOKÎ’yên Oglakli, kolanên teng, guherîne îhmalkarî û tundiya bêdeng maye. DÎMEN HEYE