‘Aştî mafê mirovan e, kirdeya pêvajoyê hemû civak e’

  • 09:04 13 Cotmeh 2025
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Rêveberên ÎHD’a Îzmîrê diyar kirin ku aştî hewcederiya herî esas a hemû civakê ye û gotin ji bo aştiyê hîn baştir vebêjin wê xebatên xwe bidomînin.
 
Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir şûnde, di mijara ku civaka demokratîk bê avakirin û aştî pêk bê de, partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk xebatên xwe didomînin. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di vê mijarê de xebatên xwe dimeşîne û diyar dike ku aştî mafê herî sereke yê mirovahiyê ye. Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bi sernavê ‘Aştî mafekî mirovahiyê ye’ danezan weşand û belavkirina wê pêk anîn. Di bernameya ku pêk hat de rêveberên komeleyê lênûska aştiyê danîn standê û nêrînên gel ên der barê aştiyê de girtin.
 
Rêveberên Komeleyê der barê bernameya pêk anîne û aştiyê de axivîn û gotin: “Vegotina girîngiya aştiyê û mafê mirovan em wek peywir ji xwe re dibînin. Ji bo pêvajo bi aştiyê tacîdar be em xebatên xwe didomînin.”
 
‘Aştî hewcedariya civakê ye’
 
Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş diyar kir ku bernameya ku pêk anîne bi armanca kesên di komkujiya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane û bi armanca vegotina aştiyê, pêk anîne û wiha vegot: “Hewcedariya mirovan bi qasî av, nan bi aştiyê heye. Me xwest em vê dubare vebêjin. Me wek rêveberên ÎHD’a Îzmîrê biryar da ku em li Îzmîrê maseyekê ava bikin. Me xwest em belavokên xwe belav bikin û nêrînên gel yên der barê aştiyê de bigirin. Me xwest gel nêrînên xwe li lênûskê binivîsin. Bi vê wesîleyê me xwest em ji gel re vebêjin ku hewcedariya civakê heye û hewcedariya herî esas e. Em ê wek ÎHD'ê bernameyên xwe yên cuda bidomînin. Em vegotina girîngiya aştiyê ji xwe re wek peywir dibînin.”
 
‘ÎHD ji bo aştiyê xebatên xwe didomîne’
 
Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Vetha Aydin jî destnîşan kir ku bi salan e li Kurdistanê pevçûneke ku didome heye û ji roja ÎHD ava bûye ji bo avakirina aştiyê, wekheviya gelan xebatan dimeşîne. Vetha Aydin wiha dirêjî dayê: “Ji bo em aştiyê bînin ziman me ev bername pêk anî. Bêguman bi vê bernameyê wê sînor nemîne. ÎHD ji roja ava bûye daxwaza aştiyê tîne ziman. Ji bo gel daxwazên xwe bînin ziman me bername dan destpêkirin. Di vê esasê de bernameyên me wê  bidomin.”
 
‘Aştî mafê mirovan e, kirdeya pêvajoyê hemû civak e’
 
Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Îrem Revşen Yildiz jî bi lêv kir ku aştî mafê mirovan e û kirdeya pêvajoyê hemû aliyên civakî ne û got: “Bi vê wesîleyê me ev bername da destpêkirin. Me wek ÎHD’ê ev ji xwe re kir peywir û me got divê em bi bîr bixin ku aştî mafê mirovan e û em hemû kirdeyên aştiyê ne. Di heman demê de em di salvegera komkujiya 10’ê Cotmehê ya Garê de hemû kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Me danezanek der barê vê de amade kir û me belav kir. Xebatên me yên aştiyê ji xwe her tim hebûn.”