
Yekitiya Şaredariyan tev li çalakiyeke navneteweyî ya li Îtalyayê bû
- 13:59 13 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Îtalyayê tev li çalakiyeke navneteweyî bû. Çalakî bi dirûşma "Xeyal bike ku hemû mirov bi aştî bijîn" ji hêla Şaredariya Mantuayê ve bi hevkariya Weqfa Perugia Assisi ya Çanda Aştiyê tê lidarxistin.
Nûnerên Yekitiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li çalakiyeke navneteweyî ya li Îtalyayê bûn. Çalakî bi dirûşma "Xeyal bike ku hemû mirov bi aştî bijîn" ji hêla Şaredariya Mantuayê ve tê lidarxistin.
Ev beşdarbûn di çarçoveya hewldanên yekitiyê yên ji bo xurtkirina têkiliyên navneteweyî de pêk tê.
Seroka Ofîsa Têkiliyên Dîplomatîk a Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sadiya Kotî nûnertiya yekitiyê kir. Sadiyayê di çalakiyê de axaftinek pêşkêş kir û behsa rola şaredariyan di piştgiriya çanda aştiyê, hêzdarkirina jinan û xurtkiriya beşdariya civakên herêmî di biryardanê de kir.
Yekitiya Şaredariyan diyar kir ku armanca wan ji beşdarbûnê ew e ku dengê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bighînin platformên navneteweyî û têkiliyan bi civak û saziyên ku nirxên aştî û azadiyê diparêzin re xurt bikin.