Wezareta Tenduristiyê derbarê penceşêra memikan de hişyarî da

  • 14:25 21 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê yê Iraqê bang li jinan kir ku testên xwe yên penceşêra memikan bigirin û got; “Wê ev bibe sedema kêmkirina rêjeya nexweşiya penceşêra memikan.”
 
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê bang li jinan kir, ji bo durî penceşêra memikan bimînin, testên xwe yên ewil çêbikin û got; “Wê ev yek bibe sedema kêmkirina rêjeya penceşêra memikan û mirina nexweşên bi heman nexweşiyê.”
 
Wezaretê da zanîn ku ji bo hişyarkirina jinan, semîner, kom xebat û nîşandana çîrokên jinên ku bi penceşêrê ketine û rizgar bûne, gelek girînge.
 
Hêjayî gotinê ye meha Cotmehê ku weke Cotmeha Sûfik hatiye naskirin, her salê ji bo hişyarkirina jinan, ji bo xwe parastina ji penceşêra memik û kontrolkirina tenduristî, kar û xebat tê kirin.