Ji TJK-F’ê kampa jin û zarokan
- 14:18 25 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-F’ê, di çarçoveya Manîfestoya Rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk de di navbera 20-24’ê Cotmehê de li bajarokê Gite de la Foret ê girêdayî bajarê Rouenê kampa jin û zarokan li dar xist. Kampa 30 jin û 16 zarok beşdar bûnê, bi perspektîfa jinûveavakirinê hate lidarxistin.
Endama TJK-E û rojnamevan Meral Çîçek jî beşdarî kampê bû û semînerek da. Meral Çîçek bal kişand ser girîngiya paradîgmaya Aşitî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo û bi mînakên ji dîroka jinan diyar kir ku têkoşîneke ku li hemberî pergala heyî bes bi jinên birêxistinkirî pêkan e.
Meral Çîçek da zanîn ku îstîsmarkirina jin û xwezayê li gel birêxistinbûna serweriya mêran destpê kiriye û got: ‘’Bi têkoşîna jinên birêxistinkirî dikare li hemberî vê pergalê were sekinîn. Ev jî bi paradîgmaya Rêber Apo pêkan e.’’
Meral Çîçek piştre di axaftina xwe de diyar kir ku di nava civakê de tundiya li ser jinan çawa hatiye rewakirin û ev yek anîn ziman:
‘’Tundî hem tê rewakirin hem jî tê veşartin. Bi gotina; ‘Ev mala min e. malbata min e, taybetiya min e’ tundiya serweriya mêran tê veşartin. Lê belê weke ku tevgerên femînîst jî diyar dikin, qada taybet polîtîk e. Rêbertî jî bi gotina; ‘Hepiskirina jinan a li malê tasfiyekirina komunê ye’ balê dikşîne ser vê yekê. Di jiyana komunal de nabe ku gotina; ‘Ev taybetiya min e’ were kirin; ji ber ku hemû tiştên di nava komunê de rû didin, civakê eleqedar dikin.’’
Li kampê gelek komxebat hatin kirin û beşdariya jinan a aktîf bal kişand. Komîteya ji bo zarokan hate avakirin jî çalakiyên civakî yên weke geryan, muzîka Kurdî, zimanê Kurdî, boyaxkirin û siwarbûna hespan li dar xistin.







