Ji mîtînga Esenyurtê bang kirin:Ev derfet ji bo hemûyane
- 19:27 25 Cotmeh 2025
- Rojane
STENBOL- 6 partiyên li Qada Esenyurtê hatin gel hev bi dirûşmeya ‘Ji bo nan, aştî, edalet û azadiyê bi hev re têbikoşin’ mîtÎng pêk anîn. Di mîtîngê de balkişandin ser pêvajoya aştî û çarseriya demokratîk û peyama ‘Ev derfet ya me hemûyane’ dan.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) li Qada Esenyurt a Stenbolê bi dirûşlma "Ji bo nan, aştî, edalet û azadiyê bi hev re têbikoşin" mîtîngekê organîze kirin. Qada mîtîngê ku bal gelek kişand, bi pankartên DEM Partiyê hat xemilandin
Beşdarên mîtîngê, cilên xwe yên neteweyî li xwe kiribûn û pankartên zer, sor û kesk ku hilgiritn, kelecan zêde kir. Bi hezaran kes li qadê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî şoreş û sosyalîzm", "Mil bi mil li dijî faşîzmê" û "Bê Serok jiyan nabe" dengê xwe bilind kirin. Mîtîng bi stranên Koma Vejîn dest pê kir.
Ewil berdevka TOP’ê Julîana Gozen axivî û balkişand ser girîngiya rêxistinbûnê û got: “Em ê li her derê xwe rêxistin bikin. Em li virin, ji bo em rêxistinbûna çîna kakeran xurt bikin em bi hemû hêza xwe dixebitin.Li taxên me çete û mafya xwe rêxistin dikin.Heta em nebin navnîşan wê ew ciwan biçin gel mafyayan. Hakan Tosun qetilkirin. Em xwe rêxistin nebin emê hîna Rojîn û Gulîstanan bipirsin. Divê em ji bo pêşerojê xwe rêxistin bikin.”
‘Bêyî teredut aştî’
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş jî balikşand ser girtina rojnameger, şaredar û siyasetmedaran û got: “Bila tu kes teredut neke. Em aştiyê dixwazin. Ji berk u xizan, zarok bedelên giran didin. Aştî ne diyariye. Aştî ked e, pêşeroje. Em ê biserkevin.”
Berdevkê SMF’ê Mahîr Gurz jî wiha anî ziman: “AKP-MHP’ê li dijî ciwan, karker, jin, Elewiyan şerê topyekun da destpêkirin. Ev ne qedera me ye. Em dikarin biguherin. Ji bo vê divê em bên gel hev û xwe rêxistin bikin.”
‘Em çi dixwazin?’
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî destnîşan kir ku kesên aştî, wekehevî û demorkasiyê dixwazin sîxurin an jî yên welat pêşkêş dikin e? û wiha vegot: “Tayînkirina qeyûmdan didomin. Girtiyên Kobanê hîna girtîne. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag çi xwestin .Aştî xwestin iyan aparastin. Lê vê pergala faşîst ew dîl girtin. Em ê hevalên xwe ji wan girtîgehan bigirin.”
‘Bila şertên Abdullah Ocalan bên rastkirin’
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî balişand ser şert û mercên ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan têde ye û got: “Komîsyona li meclîsê girane. Ger ku şert û mercên vê pêvajoyê Abdullah Ocalan bimeşîne wê demê divê şert û mercên wî bên başkirin.
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Gokhan Gunaydin jî axivî û got: “Ronahiya we ev qad ronî kir. Em ê rabin ser piyan û bimeşin. Silav be ji kesên ku azadiyê bilind dikirin re. Em têkoşîn û berxwedana xwe ne tenê ji bo xwe ji bo hemû kesî dikin.”
‘Ev derfet ji bo me hemûyane’
Hevserokê Giştî yê DEM partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û da zanîn ku ew ji bo pêşeroja kedkar,bindest, jin, Elewî û Kurdan hatine gel hev û wiha dawî lê anî: “Em îro ji bo çar nirxên mezin, aştî, demokrasî, edalet û azadiyê hatin gel hev. Ji bo ev bikevin jiyanê em hatin gel hev. Em di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Derfeteke dîrokî ya Birêz Ocalan girtiye ser xwe li pêş Tirkiyeyê ye. Ev derfet ji bo me hemûyane. Birêz Ocalan ji bo ev xwîn raweste, ji bo ciwan nemirin gavek girîng avêt. Ji bo pêşeroja gelan ciwanan pêvajo da destpêkirin. Aştî her tim baş e. Het aku hûn hebin emê bi vê têkoşîna bi rumet komareke adîlane û demokratîk ava bikin.”
Mîtîng bi stranên Xêro Abbas bi dawî bû.







