14’emîn Konferansa Meclîsa Îştar dest pê kir

  • 10:07 5 Kanûn 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 14'emîn konferansa Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi dirûşma "Em civaka demokratîk û komînal ava dikin, bi Rêbertî re azad dijîn" dest pê kir.
 
14’emîn konferansa Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşma "Em civaka demokratîk û komînal ava dikin, bi Rêbertî re azad dijîn" li salona konferansê bi beşdarbûna 400 delegeyan dest pê kir. Salona konferansê bi nivîsên ‘Divê Jin di Avakirina Jiyana Wekhev û Azad de Pêşeng be’, ‘Bi Jina Sosyalîst Em ê Civaka Komînal Ava bikin’ û ‘Bi Têkoşîna Jinan Ber bi Rêbertiya Gerdûnî ve’, wêne û posterên şehîdan hat xemilandin.
 
Beriya ku konferans dest pê bike ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirina konferansê ji aliyê hevşaredara wargehê Fatma Bîlen ve hat kirin.
 
Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de konferansê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinên têkoşer pîroz kir û got: “Ev konferans em hêvî dikin bibe wesîle ku kar û xebatên xurt bên meşandin. Em ê li dijî sîstema qirker têkoşîna xwe xurtir bikin. Di vê pêvajoya ku Rêbertî daye destpêkirin de gelek hêz hene dixwazin xirab bikin. Lê em ê bi têkoşîna xwe hemû planên wan vala derxin. Em ê vê konferansê bikin mînak. Em ê zêdetir xwedî li kar û xebatên xwe derkevin. Em ê li dijî sîstema kujer rawestin. Em ê ji bo hemû pêşengên ku ji bo têkoşîna jinan canê xwe feda kirine xwe zêdetir bi rêxistin bikin. Em ê di pêvajoya ‘Civaka Aştî û Civaka Demokratîk’ de weke jin rol û mîsyona xwe bilîzin.”
 
Piştî axaftina vekirinê dîwana konferansê hat hilbijartin. Konferans bi xwendina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam kir.
 
Konferans dê du rojan berdewam bike.