Li Erxeniyê xebatên hişyarkirinê dewam dikin

  • 15:50 8 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED -Şaredariya Erxeniyê, di çarçoveya xebatên hişyarkirinê yên li gundan de, li gundikê Rezê Mistê bi jinên re civiya.
 
Şaredariya Erxenî ya Amedê bi jinên li gundan re civiya. Hevşaredara Erxeniyê Birsen Azak Bayar, xebatkarên Beşa Jinan û endamên meclîsê li gundê Încehidir bi jinên li gundikê Rezê Mistê re civiyan.
 
Di serdanên derî bi derî de, li jinan guhdarî kirin û daxwazên wan qeyd kirin. Ji bo hişyarkirinê broşûr hatin belavkirin û peyama "Jiyanek bê tundî û azad mimkun e" bi taybetî li dijî jin û zarokan, hat belavkirin.