Li Îranê di 25 rojan de 271 kes hatin bidarvekirin
- 15:33 16 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na, eşkere kir ku di nava 25 rojên borî de 271 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.
Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na di hefteya 99’an de li dijî cezayên darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di 25 rojên borî de 271 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Hatiye gotin ku kesên hatine darvekirin, bêy ku li dadgehek dadperwerane bên dadgehkirin û parêzer parastina wan bikin, hatine darvekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di nava vê heftiyê de girtiyê siyasî yê Kurd bi navê Ramîn Zile ku xelkê navçeya Nexede ya ser bi Urmiyê ye, ji aliyê Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.
Her wiha hat gotin ku ji aliyê Şaxa 26 a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê li şeş girtiyên din ên siyasî yên li girtîgeha Qizilhesar hatiye birîn.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li xelkê Îranê û saziyên navdewletî hat kirin ku bibin dengê girtiyên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn û piştgiriya kesûkarên girtiyan bikin.







