Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate kuştin

  • 11:25 18 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê ku di bin kontrola girêdayî komên bi dewleta Tirk de ye, jineke ciwan Şêrîn Nûrî Oso bi îşkenceyê hate kuştin.
 
Li gundê Aşkan ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku di bin kontrola hêzên paramîlîter ên dewleta Tirk de ye, jina ciwan a 19 salî Şêrîn Nûrî Oso li mala xwe bi îşkence û çekê hate kuştin.
 
Li gorî agahiyan, Şêrîn Nûrî Oso beriya 3 salan hatibû zewicandin.