Li gel işkenceya giran dest ji daxwaza aştiyê berneda: Gulbaran Orgun

  • 09:03 23 Kanûn 2025
  • Rojane
Gulistan Gulmuş
 
RIHA - Dayikeke Aştiyê Gulbaran Orgun ku di zarokatiya xwe de li dijî înkarkirina nasnameya xwe têkoşîn da got: "Ew min bişewitînin jî ez ê dev ji vê rêyê berendim." Gulbaran Orgun bal kişand ser pêwîstiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û pirsî, "Çima rêbertiya me serbest bernadin?"
 
Sedsalek e ku Kurdên li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê dijîn li dijî înkarkirina nasnameya xwe têdikoşin. Tevî îşkence, kuştin û girtinan herî zêde Dayikên Aştiyê têkoşîna xwe domandine. Carinan di germahiya havînê de, carinan di sermaya zivistanê de, di baranê de, dengê dayikan her gav  ji bo aştiyê bilind bû. Dayik bi heman biryardarî û israrê têkoşîna xwe ji bo aştiyê didomînin.
 
Gulbaran Orgun, yek ji dayikeke aştiyê ku dixwest nasnameya xwe biparêze û li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê derkeve, di 16 saliya xwe de dest bi têkoşînê dike.
 
Têkoşînek ku ji malê dest pê kir
 
Di 10’ê Kanûnê de, Dayikên Aştiyê li gelek bajaran li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan çapemeniyê. Yek ji cihên ku daxuyaniya çapemeniyê lê hate dayîn jî navçeya Xelîliye ya Rihayê bû. Piştî daxuyaniyaçapemeniyê, me Gulbaran Orgun li pişt xwe dît û demekê bi wê re sohbet kir. Wê bi me re parve kir ku ew çiqas ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hez dike, çiqas dixwaze pê re hevdîtinê bike û girîngiya van daxuyaniyên çapemeniyê çi ye bi me re parve kir. Piştre wê dest bi vegotina têkoşîna xwe ya li dijî pirsgirêka heyî ya Kurd kir. Me jî ev keli qeyd kirin.
 
'Hevalên min tevli tevgerö bün, lê min zewicandin'
 
Gulbaran Orgun bi axînek kûr bahsa jiyana xwe kir. Gulbaran Orgun bavê xwe wekî kesekî zordar tundî lê dikir pênase kir û got, "Bavê min kesekî pir zordar bû. Wî her tim tundi bi kar dianî da ku ez dest ji têkoşînê  berdim; wî mal ji bo min kir zindan. Ew her tim li pêşiya min radiwestiya, rê li ber min digirt ku ez neçım. Wê demê, tenê daxwaza min ew bû ku ez bi hevalên xwe tevli têkoşînê bibim. Em sê heval bûn û me hemûyan dixwest em bi hev re biçin. Ew çûn, lê min nekarî. Dema ku ez 17 salî bûm, bavê min ez zewicandim."
 
‘Hûn min bişewitînin jî ez dev ji vê rêyê bernadim’
 
Gulbaran Orgun, ku diyar kir piştî zewacê jî ji tundiyê rizgar nebûye, got, "Xesûya min jî her tim tundî dikir. Rojek tunebû ku min tundî nedîtibe. Ji ber zarokên xwe min nikaribü ji malê derkevim. Min ji bo zarokên xwe her tişt tehemûl kir. Wan ji min re digot, 'Tu diçûyî şikeftan da ku xwarinê ji wan re bibî, Apoyiyan çi bi te kir?' Hevalên min  hatibûn gundê ku ez lê bûm.  Min tavilê ji wan re got ku li bendê bin û ez ê xwarinê ji wan re bînim. Piştî ku wan xwarin û çûn, heta sibehê îşkence li min kirin. Min got, 'Her çiqas hûn laşê min bişewitînin jî, ez dev ji vê rêyê bernadim.' Her roj îşkenceyên giran, heqaretên devkî û heqaretên giran li min dihatin kirin."
 
'Dema ku min dengê wan bihîst tundî ji bîra min çû'
 
Gulbaran Orgun, tekez kir ku wê di têkoşîna xwe de israr kiriye û di dawiyê de hevjînê xwe jî rêxistin  kiriye û  wiha lê zede kir: "Piştre min hevjînê xwe jî rêxistin kir. Dema ku ew diçû partiyê, ji min dipirsî çima ez nehatime. Dema min jê re got ku min dixwest di wextê xwe de biçim hêrs dibû, lê niha dixwat biçim. Ez her gav diçûm navçeya Silopiya Şirnexê. Heta bihîstina dengê wan jî min pir baş dida hîskirin. Ez bi şev radibûm kincan  bişom û gava min fenerên wan didît, ez kêfxweş dibûm û min digot, 'Bila ez qurbana fanêrên wan bim.' Dema ku min dengê wan dibihîst tundiya li min hatibû kirin ji bîra min diçu."
 
‘Çima Rêbertiyê bernadin?’
 
Gulbaran Orgun, diyar kir ku pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" ku di 27’ê Sibatê de dest pê kiriye, nêzîkî salekê ye di dome û got, "Em her tim bi rêberê xwe re ne û em ê tu carî dest ji rêya xwe bernedin. Divê ew hewl nedin ku bi axaftina li ser aştiyê me bixapînin. Salek e dibêjin ku ew ê Rêbertiyê berdin. Çima bernadin? Ger ew naxwazin bi Kurdan re li hev bên, çima ew li ser aştiyê diaxivin? Ev ji bilî derewan tiştek din nîne. Tiryakfiroş û diz hemû li derve ne, di heman demê de hemû girtiyên me yên siyasî di girtîgehan de ne."