Li Cenevreyê kesên di komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
- 19:19 24 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya rûniştinê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî tê lidarxistin, gihişt hefteya 257’an. Di çalakiyê de şehîdên Komkujiyên Parîsê hatin bibîranîn.
Nobeta ‘Azadî ji Rêber Apo re’ ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşem li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 257’an de dewam kir.
Çalakiya vê hefteyê, di şexsê Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdurrahman Kizil ên ku di 23’ê Kanûna 2022’an de di komkujiya duyemîn a Parîsê de hatin qetilkirin, bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre, Komuna Jinan a Şehîd Sema Yuce ku nobeta vê hefteyê dewr girt, bi wesîleya salvegera sêyemîn a Komkujiya Duyemîn a Parîsê daxuyaniya çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê wiha hate gotin, “Ev komkujî wekî parçeyek ji polîtîkayên înha û qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst e ku derbasî Ewropayê bûye, di rûpelên tarî yên dîrokê de cih girt.Qetilkirina şoreşgerên ku di oxira nirxên mirovahiyê de canê xwe feda kirine, êrîşa li dijî tevahî nirxên mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê, di serî de xelkê Fransayê hemû gelên li Ewropayê ji bo ronîkirina van komkujiiyan tevî gelê Kurd têbikoşe û alîgirê şoreşger û nirxên mirovahiyê bin.”
Di daxuyaniyê de îşaret bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin, hate kirin û wiha hate gotin: “Serketina pêvajoyê, bi xwedîderketina li bîranînên şehîdên me û avakirina welat û jiyaneke demokratîk re girêdayî ye. Rêxistinbûna li ser bingeha demokratîk, yekîtiya komunan û jiyana azad xeyala hevpar a hemû şehîdên me bû. Ev xeyal îro ji me re wekî mîrate maye. Divê hemû jin û ciwan bizanibin ku îfadeya herî watedar a di şexsê Evîn Goyî de girêdanbûna bi şehîdan re, parastin û mezinkirina azadî û şoreşa jinan e. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe bi taybet jin û ciwanan dikin ku tevlî çalakiyên di navbera 23 Kanûnê- 9’ê Çileyê de bêne lidarxistin bibin û heta ku kujerên rast hesabê bidin têkoşîna li kolanan mezin bikin. Herî dawî em bang li hemû gel û jinan dikin ku tevlî meşa ku di 10’ê Çileya 2026’an de li Parîsê were lidarxistin, bibin.”







