Li Dêrsîmê Cejna Gaxan hat pîrozkirin
- 21:32 25 Kanûn 2025
- Rojane
DÊRSIM – Li Pilemorê Cejna Gaxan ya ku sala nû nîşan dide hat pîrozkirin.
Li navçeya Pilemor a Dêrsîmê Cejna Gaxan ya sala nû îfade dike hat pîrozkirin. Pîrozbahiyên Gaxan di hefteya dawî ya meha Kanûnê de destpê dike û di dema pîrozbahiyan komên Qal û Fatik bi cil û bergên herêmî ligel dev û zirneyan loqmeyan kom dikin.
Koma Qal û Fatik ya li navenda sûka Pilurê bi welatiyan re hatin gel hev, ligel def û zirneyê diyariyên ‘Gaxan’ kom kirin.







