Halîde Turkoglu: Ji bo aştiya civakî em li Amedê tên gel hev
- 09:06 27 Kanûn 2025
- Rojane
Rabîa Onver
AMED - Parlamenter û Berdevka Meclîa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu der barê mîtînga 4’ê Çileyê ya li Amedê wê pêk bê de axivî û got: “Em di 4’ê Çileyê de li Qada Îstasyonê saet di 12’an de ji bo azadî û hêviyê bên gel hev. Em bi hev re dengê xwe bilind bikin.”
Di 4’ê Çileyê de ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve li Amedê wê mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ pêk bê. Ne tenê ji Kurdistanê tê payîn ku ji her bajarê Tirkiyeyê gelek kes tevli mîtîngê bibin. Mîtîng wê di 4’ê Çileyê de li Qada Îstasyonê saet di 13.00’an de pêk bê. Xebatên ji bo mîtîngê didomin.
Tê payîn ku Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş, hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata û siyasetmedar Leyla Zana di mîtîngê de biaxivin.
Parlamenter û Berdevka Meclîa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu der bar ê mîtîngê de axivî.
‘Divê der barê çareseriyê de pêşketin pêk bê’
Halîde Turkoglu balkişand ser banga aştî û civaka demokratîk û da zanîn ku bang li seranserê cîhanê, Tirkiye û Kurdistanê erênî hatiye pêşwazîkirin û got: “Bangê di heman demê de xeta têkoşîna piralî ya ji bo avakirina aştî û demorkasiyê dihewand. Ji ber vê jî ji 27’ê Sibatê heta niha hevdîtinên bi gel re nîqaşên bi rêxistinên girseyî re hatin kirin û ji bo aştî û demokrasî pêk bê çareseriya pirsgiarêka Kurd dikeve dewrê. Divê der barê çareseriyê de pêşketin pêk bê.”
‘Divê rêgeza hêviyê bikeve jiyanê’
Halîde Turkoglu da zanîn ku bi pêvajoyê gelek gav hatine avêtin û komîsyonek hatiye avakirin û got: “Komîsyonê gelek hevdîtin kirin, herî dawî bi Îmraliyê re kir. Avakiria aştî û demokrasiyê bi azadiya Abdullah Ocalan pêkane. Divê rêgeza hêviyê bikeve jiyanê. Muxatab û aktorê çareseriyê Birêz Ocalan e. Hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hîna bi sînorin. Em ê di 4’ê Çile de li Qada Îstasyonê bi mîtînga pêk tînin bibîr bixin ku aktorê pêvajoyê û muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e.”
‘Mîtînga 4’ê çileyê girîng e’
Halîde Turkoglu di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Di serî de gelê Kurd hemû rêxistinên girseyî divê di mîtîngê de cih bigirin. Ji bo hikûmet û komîsyon gavên cidî bavêje ev mîtîng girîng e. Divê her kes rola xwe bilîze. Em bi hev re dengê vê têkoşînê bilind bikin.”







